Yuksekdag : Em ê ferî taritiyê nebin!

Fîgen Yuksekdag di rûniştina doza ku jê dihate darizandin de axivî, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê silav kir û got; “Em ê fêrî taritiyê nebin”. Yuksekdag nehate berdan.

Danişîna doza darizandina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Dadgeha Cezayê Giran a 16’an a Enqereyê pêk hat. Dozger mutala xwe ya pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, xwest daxwaza redkirina dadger a Yuksekdag û parêzerên bê red kirin û biryara girtina Yuksekdag berdewam bike.

Şandeya dadgehê piştî mutaleya dozger, daxwaza redkirina dadger a Yuksekdag red kir û biryara girtina Yuksekdag berdewam bike da û danişîn taloqî 11’ê Adarê kir.

Yuksekdag, biryara şandeya dadgehê îtîraz kir û wiha got: “Em ê serî li dadgehek jortir bidin. Bi vê biryarê carek din derket holê ku dadgeha min di darizîne ne serbixwe û bê alî ye. We nîşanî tevahiya cîhanê da ku hûn ne serbixwe ne. Li holê hiqûq heye ya ku hatiye qetilkirin. We nîşan da ku hûn alîgir in. Lê em ê bi gelê xwe, meşa xwe ya demokratîk û rewa hem li hundir û hem jî derve de berdewam bikin.”