Yuksekdag: Di destê mirovên tên astengkirin de bi tenê qurnefîl hene

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li nava karker û kedkarên li Beşîktaşê xwest, hemû bendên li ser rêyên Taksîmê werin rakirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li nava karker û kedkarên li Beşîktaşê xwest, hemû bendên li ser rêyên Taksîmê werin rakirin. Yuksekdag got, "Di 7'ê Hezîranê de em ê bendên siyasî hilweşînin. Em ê bendên li qadan derdikevin pêşiya me jî, ji holê rakin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, wekîlên HDP'ê Pervîn Bûldan, Sebahat Tûncel û Halîl Aksoy û gelek HDP'iyên din ji bo bi karkeran re ber bi Taksîmê ve bimeşin tevlî kombûna karkeran a li Beşîktaşê kom bûn. Yuksekdag li vir axivî û diyar kir ku li Stenbolê rewşa awarte hatiye îlankirin û got: "Dorpêça çend roj berê hat kirin, îro hatiye berfirehkirin. Divê hemû karker û kedkar li her qadê bi awayekî azad 1'ê Gulanê pîroz bikin. Îro Stenbol weke qada şer e. Ya tê astengkirin tenê gurnefîlên di destê mirovan de ne."

BENDAN RAKIN

Yuksekdag bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha axivî: "Em dixwazin hemû bendên li ser rêyên Taksîmê bên rakirin." Yuksekdag cejna 1'ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û got: "Em ê di 7'ê Hezîranê de bendên siyasî hilweşînin. Li qadan jî em ê hemû bendan ji holê rain."

Heyeta HDP'ê piştre bi karkeran re govend gerand.