Yuksekdag: AKP bi psîkolojiya têkçûnê êrîş dike
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê ji têkoşîna xwe venegerin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ozgen û Hevserokê Giştî yê ODP'ê Taş jî dan xuyakirin ku di êrîşan de rola AKP'ê heye.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê ji têkoşîna xwe venegerin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ozgen û Hevserokê Giştî yê ODP'ê Taş jî dan xuyakirin ku di êrîşan de rola AKP'ê heye.
Nerazîbûnên li hemberî êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên rêxistinên HDP'ê yên Edene û Mersînê, dewam dikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê ji têkoşîna xwe venegerin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ozgen û Hevserokê Giştî yê ODP'ê Taş jî dan xuyakirin ku di êrîşan de rola AKP'ê heye.
YUKSEKDAG: TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Mednûçe TV re axivî û diyar kir ku êrîşên li hemberî partiya wan nîşaneya qelsiya hikûmeta AKP'ê û Serokkomar e û destnîşan kir ku AKP bi psîkolojiya têkçûnê re tevdigere.
Yuksekdag da xuyakirin ku tevî hemû rîskan jî ew ê têkoşînê dewam bikin û li hemberî provokasyonan banga hişyariyê kirin.
OZGEN: AKP ÊRÎŞAN REWA DIKE
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî bal kişand ser rola AKP'ê ya di êrîşê de û ev nirxandin kir:
"Ya tirsnak ev e; Ev demeke hikûmet der heqê hiqûq û demokrasiyê de nirxandinan nake û li gelek deveran bi rêya amîrên mulkiye û hêzên ewlekariyê êrîş û pêkanînên bi vî rengî rewa dike. Ev demeke li hemberî xebatên hilbijartinê yên demokratîk êrîş dihat kirin, ev destwerdan îro derket nuqteyeke bilind. Çi ma? Gelo wê dest bi sûîqestan, kuştina mirovan bikin? Raya giştî ya cîhanê li hemberî van pêkanînên bê hiqûqî û çetekarî yên AKP'ê, nerazîbûnê nîşan dide. Pêwîste AKP vê rêveçûnê hîn bêhtir sor neke. Na xwe sibe yan dusib, ne tenê di sindoqê de di pêkanînan de jî wê dawî li xwe bîne."
TAŞ: AKP DI PÊVAJOYA JI HEV BELAV BÛNÊ DE YE
Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş jî diyar kir ku AKP'ê polîtîkayên xwe yên zextê yên li hemberî HDP'ê zêde kiriye û got, "Ev yek vê nîşan dide; AKP di pêvajoya ji hev belav bûnê de ye û yek ji faktorên herî girîng ê vê têkçûna AKP'ê, HDP ye." Taş anî ziman ku Serokwezîr, Serokkkomar, Yalçin Akdogan her tim anîn ziman ku eger HDP bendê derbas neke wê tiştên baş bibe, van daxuyaniyan hin derdor xistine nava tevgerê û got, "Lê belê tirs bi kêrî tiştekî nayê. Êrîşên tên kirin qelsiya wan nîşan didin."