YSK’ê saetên deng dayînê diyar kir

YSK’ê saetên deng dayînê diyar kir

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), kar û barê bikaranîna dengan a Hilbijartinên Herêmî ya ku dê di 30’ê Adara 2014’an pêk bê, li gorî bajaran saetên wê diyar kir.

Biryara hejmar 596 û a 21’ê Kanûnê ya 2013’an a der barê hilbijartinên herêmî de di Rojnameya Fermî de weşand. Di biryarê de hat diyar kirin ku li gorî bajaran saetên deng dayînê  li gorî saeta rojhilatbûn û rojavabûnê diyar kirine.

Li gorî vê roja 30’ê Adarê 2014’an; Semsur, Agirî, Artvîn, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Muş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih Şirx, Erdexan, Îdir û Kilis dê di navbera 07.00-16.00’an de dê dengan bikarbînin û bajarên din jî di navbera 08.00-17.00’an de bikarbînin.