YSK’ê encamên teqez ên hilbijartina 24’ê Hezîranê eşkere kir

YSK’ê encamên teqez ên hilbijartina serokkomarî û parlementeriyê ya 24’ê Hezîranê eşkere kir.

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên teqez ên hilbijartina serokkomariyê û parlementeriya serdema 27’an eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê namzet Recep Tayyip Erdogan 26.330.823 (ji sedî 52.59), Mûharrem Înce 15.340.321 (ji sedî 30.64), Selahattîn Demîrtaş 4.205.794 (ji sedî 8.40), Meral Akşener 3.649.030 (ji sedî 7.28), Temel Karamollaoglû 443.704 (ji sedî 0.89) ve Dogû Perînçek jî 98.955 (ji sedî 0.20) deng stendine.

Li gorî YSK’ê hejmara hilbijêran 59.367.469 kes e.  51.197.959 kesan dengê xwe dane û 50.068.627 deng hatine hesibandin.

Rêjeya tevlêbûna hilbijartinê jî sedî 86.24 e.

Li gorî vê encamê  hejmara parlementeran wisa ye: HDP 67, AKP 295, MHP 49, CHP 146 û ÎYÎP 43.