YRD: Çapemeniya azad wê her tim rastiyan eşkere bike
YRD: Çapemeniya Azad û Alternatîf wê bêdeng nemîne! Di nava her şert û mercî de wê li cem bindestan be û li ber despotan serî netewîne.
YRD: Çapemeniya Azad û Alternatîf wê bêdeng nemîne! Di nava her şert û mercî de wê li cem bindestan be û li ber despotan serî netewîne.
Kordînasyona YRD'ê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyaniyek weşand û got, "Lê belê divê ev baş were zanîn, ku heta ev zîhniyeta faşîzan û xwediyên wê hebin, wê Çapemeniya Azad û Alternatîf wê bêdeng nemîne! Di nava her şert û mercî de wê li cem bindestan be, li ber despotan serî netewîne û rastiyan her tim eşkere bike."
Di daxuyaniya Kordînasyona YRD'ê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 118 salan, tevî despotiya Abdulhamîd jî Kurdan rojnameya xwe ya destpêk bi navê Kurdistanê weşandin û ragihand, ev rojname jî mîna roja îro li sirgûnê hatiye derxistin. Di daxuyaniya nivîskî ya Kordînasyona YRD'ê de hat gotin, "Ev serpêhatiya li Misirê destpê kir, li Swîsre û Îngilîstanê dewam kir. Li wan deveran jî hewl hat dayîn ji aliyê despotên qesra Osmanî ve bê astengkirin. Qedexe û siyaseta destpêkê ya sirgûn û sansurê ya li hemberî ronakbîriya Kurd hat meşandin, ji hingî ve mîna deqek reş û tarî dewam dike.
Çapemeniya Kurd bi siyaseta Kurd mezin dibe. Di her raperîn û serhildanê de tevî berxwedêran çapemeniya Kurd jî tê qetilkirin. Rojname û kovanên Kurdan jî tevî wan tên sirgûnkirin. Qedexe û sansur ji berê ve ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd hatine bikaranîn. Ev herikîn heta çaryeka dawî ya sedsala 20'an dewam kir. Mêtîngeran bi vî rengî xwestin li çar parçeyên Kurdistanê ronakbîriya Kurd têk bibin. Armaneke wan hebû; helandin û tinekirina çand û zimanê Kurd.
Bêguman ev çarenûsa tarî ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve ji hev hat xistin. Kurd çiqasî bi têkoşîna azadiyê ve hat girêdan, çiqasî hînî siyasetê bû, çiqasî li ber xwe a, ewqasî jî xwedî li nirxên xwe yên bingehîn ên mîna ziman, çand û nasnameyê derket. Dem êdî dema hişyarî û vejîna Kurdan e. Dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Kevnşeopiya çapemeniya Kurd a em jê re dibêjin 'Çapemeniya Azad û Alternatîf' di pêvajoyeke bi vî rengî de derketiye holê. Ev kevneşopiya ji aliyê Mazlûm Doganan ve hatiye destpêkirin, pişte bi Gûrbetellî Ersoz, Enver Polat, Halîl Dag, Kemal Kiliç, Cengîz Altûn, Ferhat Tepe, Denîz Firat, Rohat Aktaş û Agir Banêyan dewam kiriye. Huseyîn Denîz û Apê Mûsa jî di civakîbûna vê kevneşopiyê de bûne sembol."
Kordînasyona YRD'ê diyar kir, zext, sansur û hewldanên girtinê yên çeteyên AKP û Qesrê îro li hemberî çapemeniya azad û alternatîf dimeşînin, qat bi qat ji yên serdema Abdulhamîd zêdetir in û wiha dewam kir: "Zîhniyet heman zîhniyet e; tekparêz, înkar û îmhaker e. Lê belê divê ev baş were zanîn, ku heta ev zîhniyeta faşîzan û xwediyên wê hebin, wê Çapemeniya Azad û Alternatîf wê bêdeng nemîne! Di nava her şert û mercî de wê li cem bindestan be, li ber despotan serî netewîne û rastiyan her tim eşkere bike. Li refên herî dijwar ên berxwedanê, bêyî ku kelecana me kêm bibe, bêyî ku pênûsa şehîdên me bikeve, em ê heta dawiyê bibin dengê azadiyê.
Bi wesîleya Roja Rojnamevanên kurdistanê, em careke din bi şukran û minetdarî şehîdên xwe yên di kevneşopiya Çapemeniya Azad û Alternatîf de tawîz nedan bibîr tînin, em hemû rojnamevanên Kurdistanî di vê roja watedar de bi baweriya ji siberojên azad û bedew, silav dikin."