YPJ ji jinên Tirkiyeyî re bû hêvî

YPJ ji jinên Tirkiyeyî re bû hêvî

Di panela ku tecruberêya şoreşa Rojava tê destgirtin a ji aliyê Platforma Jinan a Enqereyê ve hate organîzekirin de têkoşîna YPJ’ê hate silavkirin û Eyşê Efendî ya di axaftina xwe de nirxandina “Heke pêwîst bike weke Omer Muxtar em ê xwe li mewziyan girê bidin ancax wê demê Erdogan û DAIŞ dikarin pê li cenazeyên me bikin” kir jin li ser piyan çepikan dan.

Platforma Jinan a Enqereyê di çarçoveya xebatên “Di piştevaniya jinan de sînor nîn e” de panela bi navê “Jin; DAIŞ’ê, ser û têkoşînê diaxivin” li dar xist. Panel li Salona Konferansê ya ÎMO’yê hate lidarxistin û gelek nûnerên saziyên jinan ên Tirkiyeyî, jinên sendîkavan û rojnameger beşdar bûn. Ji Rojava Eyşê Efendî, Narîn Temmu, Gulistan El Hussein jî beşdarî panelê bûn, parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel, nivîskar Huda Kaya, rojnameger Pinar Ogunç, endama Kolektîfa Femînîst a Sosyalîst Seher Kalkan weke panelîst beşdar bûn û jinan eleqeyeke mezin nîşanî panele dan.

YPJ JI BO JINÊN TIRKIYEYÎ BÛ HÊVÎ

Li salonê ji bo YPJ’ê û yên di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşmaya, “jin jiyan azadî” hate berzkirin. Sevil Ozdemîr a axaftina vekirinê kir bi gotina “xwîşkên birêz” dest bi axaftina xwe kir got ku ew ji bo ku tiştên dizanin bi hev re parve bikin û ji bo silava ji berxwedana Kobanê ya dîrokî re şahidiyê dike kom bûne. Ozdemîr bal kişand ser komkujiyên berê hatine jiyîn jî û diyar kir ku berxwedana Kobanê hêz û hêvî daye wan. Ozdemîr DAIŞ weke “yekîtiya hemû kujerên dîrokê” pênase kir nirxandina “dixwaze berxwedana herî mezin a dîrokê tune bike” kir lê DAIŞ bi berxwedana YPJ’ê rast hatiye.

Hatîce Erbay a moderatoriya panelê kir jî nirxandina “Em ji bo ku xwîşkên me yên ji nava berxwedana Kobanê hatine re ne kêfxweş in” kir. Parlamenter Sebahat Tuncel jî di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya panelê û diyar kir ku divê yên ku bixavin xwedî têkoşînên bixwe ne, yên ji Rojava hatine ne. Tuncel da zanîn ku li vî aliyê sînor mayîn li aliyê din mayînê zehmetir û jin bi êrîşeke rêxistinkirî re rû bi rû ne.

Tuncel wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şoreşa Rojava tenê ji ber ku jin şer dikin ne şoreşa jinê nîn e. Ji ber ku jiyanê ji nû ve ava dikin, li hemû qadên jiyanê bi awayekî wekhev dinêrin şoreşa jinê ye. Tuncel bilêv kir ku jin di têkoşînên din de jî cih digirin lê ji ew sîstema desthilatdar a zilaman e. Tuncel li ser mexdûriyeta ku jin di şer de dikêşin û bi taybetî bal kişand piştî qetlîama Şengalê tiştên qewimîn. Tuncel bilêv kir ku yên ku îro mecbûr mane mudaxaleyî DAIŞ’ê bikin DAIŞ bûye bela serê wan jî. Tuncel ev tişt anî ziman: “Dema em drama jinên Şengalî guhdar dikin em wekî ku ji nû ve Dêrsimê dijîn. Jin di vî şerî de wekî xanîmet tên dîtin. DAIŞ difiroşe lê yek vê vê dikirin hene. YPJ li hemberî van hovan li ber xwe dide. Ev êrîş li derveyî sînorê Tirkiyeyê nîn e. Em nizanin li Tirkiyeyê hêza DAIŞ’ê çiqas e. Sibehê du sibe ev êrîş dê berê xwe bidin me. Em tenê piştgiriyê nadin Kobanê em ji bo pêşeroja xwe li hemberî vê yekê derdikevin.”

ROJAVA TEVÎ AMBARGOYÊ EV 3 SAL IN SÎSTEMA XWE DIPARÊZE

Narîn Temmu ya ji Kobanê hatiye bi silavkirina yên li Sûriyeyê Rojava û Kobanê jiyana xwe ji dest dane û yên niha li eniyan têdikoşin dest bi axaftina xwe kir der barê xebatên jinên Rojava de agahî da. Temmu wiha axivî: “Dema jin rêxistin dibin, dema daxwaza xwe dizanin tu hêz nikare wan têk bibe.” Temmu anî ziman ku li Rojava ev 3 sal in ligel ambargo êrîş hene û derman, av, ceryan nîn e lê dîsa j îli Rojava û Kobanê jiyan hatiye rêxistinkirin. Temmu wiha pêde çû: “Ligel vê asayîşa Kobanê ya jinan heye, li Kobanê li Rojava îdaye jinan derkete holê.” Temmu anî ziman ku beriya dîrokê jinan erka rêveberiyê girtine şer nehatiye jiyîn û piştî ev yek guheriye şer destpê kiriye. Temmu destnîşan kir ku jin li Rojava bi awayekî pratîkî mîsyona pêşengiyê girtine li ser milên xwe û li gel şexsiyetên weke Calara Zetkîn têkoşîn dane jî jin tên eciqandin û nirxandina “divê rêxistinbûna jinan a taybet hebe” kir. Temmu ya nirxandina “Şoreşa Rojava şoreşa rojava ye” kir.

DIVÊ JIN NIRXÊN AZADIYA KAPÎTALÎZMÊ QEBÛL NEKIN

Temmu derbirî ku ferasete DAIŞ’ê de jinan wekî mirov dîtin nîn e, wekî eşya tên dîtin û wiha got: “YPJ îro bersiva DAIŞ’ê dide. YPJ jinên Kurd e lê temsîla hemû jinên cihanê dike.” Temmu pirsa “di sedsala 21’emîn de jin li qefesan tên firotin jinên cîhanê ji bo vê yekê çi dibêjin” kir û got ku YPJ ji bo wan jinan jî şer dike. Temmu bibîrxist ku li Rojava navê înîsiyatîfên jinan Înîsiyatîfa Jinên Kurd û Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ye ev tişt anî ziman: “Çima ji ber ku di nava wan de Ereb, Suryan û derûdorên din jin hene.” Temmu bal kişand li ser jinên li eniyan şer dikin jî û wiha berdewam kir:” Ew jî ne jin in, ma naxwazin cil li xwe bikin, bijîn? Dixwazin lê ji bo jiyaneke baş ava bikin û ji bo kesên li pey xwe bihêlin şer dikin.”

Temmu da zanîn ku kapîtalîzm azadiya jinê dixe sinorê azadiya şexsî, cil û berg û azadiya bedenê û wiha berdewam kir: “Divê jin vê yekê qebûl nekin. Jin divê bizanibin ku kapîtalîzmê azadî daxistiye kîjan astê.” Temmu ya ku got “Heke ez tiştên ku dizanim nekim malê civakê li civakê belav nekim tu wateya vê yekê dê nebe” û divê jin vê qebûl nekin. Temmu da zanîn ku 5 hezar jin û zarok ji bo ji axa xwe qût nebin li wir in û wiha got: “Xwarin û cil û berfên van mirovan nîn e. YPG alîkariyên ku tê digihîne wan mirovan.” Temmu bang li jinan kir û got “Werin em dîrokê bi hev re biafirînin. YPJ’ê ev îspat kir” û xwest xwedî li vê îradeya ku derketiye holê derkevin.

“ME XETA SÊYEMÎN, SIYESETA SÊYEMÎN HILBIJART

Hevseroka TEV-DEM’ê Eyşê Efendî î jinan li ser navê malbatên şehîdên Rojava silav kir û axaftina wê bi dirûşma “şehîd namirin” hate qutkirin. Efendî got ku têkoşîna gelê Rojava têkoşîna 30 salan e û wiha got: “Gelê Rojava jiyana xwe li ser mîrateya şehîdan û li ser mîrateya Apocitiyê ava dike.” Efendî bal kişand li ser pêvajoya bihara Ereb û wiha berdewam kir: “Pêvajoya ku gotin şoreş piştî 6 mehan hate firotin. Lê me di nava şoreşa Sûriyeyê de şoreşeke din afirand. Xeta sêyemîn, siyasete sêyemîn ji bo xwe hilbijart. Em ne bi OSO’yê re ne jî bi rejîma faşîst a Baasê re tevgeriyan. Me li ser felsefeya Ocalan hereket kir, me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin.” Efendî bilêv kir ku YPG û YPJ dîroka berxwedanê dinivîsînin û ji bo vê jî Kobane paytextiyê dike ev destaneke nû ye. Efendî anî ziman ku li her herêmê xeta parastinê hatiye îlankirin, asayîş heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser seferberiya Rêber Apo îlan kir ji 7 salî 70 salî hemû kes seferber bûn. Em bûn leşker, siyasetmedar, bijîşk, paqijvan, aşpêj. Em bûn xizmetkarê gelê xwe.” Efendî destnîşan kir ku li cihanê leşker bi sînoran welatê xwe diparêzin û nirxandina “Em wekî gel sînor û welatê xwe diparêzin ev li cihanê tiştekî yekem e” kir. Efendî da zanîn ku dê sînorên di navbera kurdan de bê rakirin û ev tişt anî ziman: “Ev bi tank û topan ve nehat rakirin, ev bi baweriya gel û bi têkoşîna şehidan ve ji holê hate rakirin.”

Efendî di serdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Jinên Kurd jinên herê dêjavantaj bûn jinên Kurd 3 caran dihatin pelçiqandinn, li malê, di nava eşîrê û di nava sîstemê dihat pelçiqandin. Felsefeya Apocî ji bo jinên lal, kor û reben bû rizgarî.” Efendî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan sembol e piştgiriyê dide hemû jinan. Efendi bang li hemû derûdorên dijminatiya Kurdan jî dikin û wiha got: “Dayê ez ji te re dibêjim dema em zarokeke tînin dinê êş û qolincên me mîna hev in. Sebra me li hemberî yên yi ser xwîna zarokên me bazariyê dikin nemaye. Ji ber veyê dibêjim ku dayê divê destên me hebin. Me destê xwe ji bo aştiyê dirêj kir. Ez bang li birêz Erdogan dikim. Heke tu vî astê derbas bikî dê barê stûye te girantir be. Tu ji mirinên zarokê me berpirsyar î. Êdî bes e piştgiriya te ji bo DAIŞ’ê daye.” Efendî got ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê wekî şantajê tê bikaranîn û wiha pêde çû: “Li vî deriyê hevalên me yên birîndar jiyana xwe ji dest didin. DAIŞ xwendekarên zanîngeh û mizgeftên we ne. Bi qedera Kurdan ve nelîzin, Kurd êdî ne Kurdên berê ne.” Efendî bal kişand li ser bombebarana hêzên koalîsyonê jî û got ku ev bombebaran carnan bêdilxwazî tên kirin û nirxandina “heke bixwazin ji bo DAIŞ’ê 24 saet jî pir e dê tune bikin” kir. Efendî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me kantona Kobanê bihost bi bihost ava kir, me bi neynûk û diranê vê mal çêkir. Li Kobanê tişt nîn e lê mifteya şoreşa Rojava û rêya aştiya cihanê ji Kobanê derbas dibe.” Efendî der barê fedakariya Arîn Mîrxan de jî got ku fedakariya Arîn Mîrxan û jinên Kurd tenê ne ji bo Kurdan û Rojava ye ji bo mirovahiyê ye û ev tişt got: “Ez ji we pirs dikim, hûn weke jin we çi kir, çi nivîsand, siyasetmederan çi kir? Tenê li Facebookê tişt kirin ne bes e.” Efendî got ew bejna xwe li hemberî jinên Şengalê ditewîne û wiha got: “Ez rexnedana xwe didin wan. Me xwe neavêt pêşiya wan.” Efendî ya ku got me weke jinên Kurd biryara azadiyê daye û vegera vê nîn e” diyar kir ku pêwîst be ew ê weke Omer Muhtar xwe li eniyan girêbidin û wiha berdewam kir: “Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê bila wê demê li ser cenezayên me derbas bibin.”

Efendî ji bo kesên ji wan re pêşniyara “nîvî nîvî” tînin jî kir û wiha got: “Yên ku ji me re vê dibêjin em dibêjin malbatên şehîdane Heke hûn ji bo parastinê tên kerem kin werin lê ne wisa be li cihê xwe bisekinin.” Efendî ji bo Kobanê pêdivî bi çi heye anî ziman û alîkarî xwest. Efendî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê ya ku bi ser bikeve gelê Kurd û kantonên Rojava be û wiha got: “Ez ji Tirkiyeyê re dibêjim ku samîmî bin, êdî sebra jinên Kurd nemaye”. Di dawiya axaftina Efendî de jinan li ser piyan bi deqîqeyan çepikan xistin.

Jinên ku di panelê de axivîn jî diyar kirin ku divê Kobanê neyê jibîrkirin û hemû kes di vê mijarê de bihistiyar bin. Tuncel pirsên ku hatin bersivand û diyar kir ku sosyalîstên Tirkiyeyê yên li Kobanê şehîd dikevin ji bo têkoşîna enternasyonalîst destkeftiyek e.