YPJ: Bêguman serketin a me ye
YPJ: Bêguman serketin a me ye
YPJ: Bêguman serketin a me ye
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê êrîşên komên çete yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên wan dê heta serketinê dê tekoşîna xwe ya li dijî êrîşan bidomîne. Fermandariya YPJ’ê bang li hemû gelê Sûriyê kir da ku helwesta xwe ya tund li dijî êrîşên çeteyan nîşan bidin.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê der heqê êrîşên komên çekdar ên li dijî herêmên Rojava de ku zêdeyî 2 meh û nîv in dewam dikin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên tarî ev nêzî 3 meh in êrîşî destketiyên Rojavayê Kurdistanê dikin. Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku metirsiyên êrîşan ne tenê li ser gelê Kurd e lê belê êrîşên komên tarî dê bibe bela li ser hemû gelên cîhanê.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên komên çete li dijî herêmên Rojava ku ti hebûna rêjîmê tê de tine ye, pêk hatiye û ev tişt hate gotin: ‘‘Komên çete ku ti têkiliya wan bi muxalefetê re tine ye bi tundî êrîşî sivîlan dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî gelê Kurd ev bû bêtirî du meh û nîv in, ji bo parastina herêma xwe ji talan û wêrankirinê Ii dijî komên çete bi keç û xortên ber xwe didin. Hêzê bi rastî dixwazin sîstemeke demokratîk ava bikin divê li dijî çeteyan bi hêzên me re bibin yek.”
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Li hemû bajarên Sûriyê wek Heleb, Reqa, Tileran, Tilhasil û hin bajarên din ku bi sedan salan hemû pêkhateyan jiyana hevbeş didomandin, gelê Kurd ji van bajaran hatin biderxistin. Li herêmên di bin kontrola me de em bi hemû derfetên xwe hemû pêkhateyan ji komên çete diparêzin.”
Di derbarê ola Îslamê de daxuyaniyê wiha dom kir: “Di tekoşîna Hezretî Mihemed de aliyekî pirr girîng heye, ku kesên ne Îslam bi tekoşîna xwe ya însanî Îslam kirin. Niha jî ev komên çete me wekî gawiran dibînin. Em parastina ax, dîrok û ola xwe dikin û ev komên çete bi van karên xwe diyar dike ku ew dûrî ola Îslamê ne.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berxwedana hêza me dike berxwedaneke pîroz e, hemû keç, dayîk û xortên me tevlî vê berxwedanê bûn. Civaka ku bi yek destî tevbigere dê serkeftin para wê be û tu carî bi bin nakeve. Hemû jinên gelê me û jinên Sûriyê bi awayekî çalak tevlî vê berxwedanê bûne. Her wiha bi xwîna xwe di nav YPG’ê û YPJ’ê de efsaneyên dîrokî ava kirin. Her wiha ji her kesî re diyar kirin ku jin xwedî hêz e. Di vê berxwedanê de gelek jin ji hêzên YPJ’ê jiyana xwe ji dest da û li pey xwe peyam hiştin ku têde dibêjin, ji bo parastina welat em ê xwîna xwe bidin. Gelê ku jin têde hatiye birêxistin kirin tu carî bi bin nakeve û serkeftin para wê ye. Berxwedana şervanên YPJ’ê li dijî komên çete û hov diyar dibe ku jin gihîştiye asteke ku dikare serkêşiya civakê di hemû qadan de bike. Berxwedana şervanên YPJ’ê li herêma Cizîrê bi hevala me Warşîn Cûdî destpê kir û heta hevala me Jiyan Ehres, h. Zagros û h. Zelal. Berxwedana hevalên me li herêma Efrînê bi hevala Ronahî, Roksan, Jînda û Hêra hate meşandin. Li herêma Kobanê jî bi hevala Viyan, Peyman û Nejbîr bûn. Hemûyan ji bo parastina ax û dîroka gelê xwe xwîna xwe erzan dan.”
Di daxuyaniyê de wiha hate diyar kir: “Hevala me Jiyan Ehres ji bo tevlî refên YPJ’ê bibe berxweda Navenda YPJ’ê û piştre wekî fermandarekê eniya Girkê Legê û Çilaxa da meşandin û bû berpirsiyarê vê eniyê. Hevala Jînda û hevala Roksan cihê xwe di Meclîsa Leşgerî ya YPJ’ê de digirtin û berpirsiyarê eniya şer ya Qestel Cindo û Cindirêsê yên herêma Efrînê bûn û rola wan di ava kirina YPJ’ê de gelekî girîng bûn. Hevala Jînda ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve di rizgarkirina bajarê Kobanê de bi roleke mezin rabû. Di berxwedana herêma Efrînê de heta fîşeka dawî ber xwe dan û nexwestin serê xwe ji çeteyan re dînin û hevdeyek ji porên xwe bi dest wan din û bombeyên li gel herdu hevalan bi xwe de teqandin.”
Di dawiya daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin: “Dilsoziya me ji ruhê şehîdên me re, em wekî YPJ’ê û YPG’ê soz didin wan û gelê xwe ku em heta dawî li dijî hêzên tarî ber xwe bidin û serkeftin para me ye. Em bang hemû gelan bi taybet gelê Sûriyê dikin ku hemû jin berê xwe bidin vê berxwedanê. Her wiha bêguman serketin a me ye.”