YPG: Li Çilaxa 84 çete hatin kuştin
YPG: Li Çilaxa 84 çete hatin kuştin
YPG: Li Çilaxa 84 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di şerê li herêma Çilaxa ku bi êrîşên komên çete destpê kiribûn de 84 hatine kuştin, tangek, 48 kelaşnîkof, 8 BKC, 2 RPG, 7 cîhazên ragihandinê, 5 dûrbîn hatine desteserkirin. Hate gotin ku di pevçûnan de 15 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Li Efrînê 75 endamên Artêşa Azad xwe avêtin bextê YPG’ê.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê şerê li herêma Çilaxa ya Girkê Legê û Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete li gel agirbesta yekalî ya YPG’ê jî di sibeha Cejna Qurbanê de êrîşî gundên Til-Elo û Til-Elo Xemir, her wiha benda kontrolê ya li nêzî Aşê li ser rêya navneteweyî yên li herêma Çilaxa kirine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek tabûrên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ), Eniya El-Nusra, Tugayên Ensar El-Xîlafê ya rojavayê Helebê, Tugayên Ensar El-Xîlafê ya rojhilatê Helebê, Tugayên Ensar El-Xîlafê ya Helebê û tugaya El-Qadîsiyê di êrîşan de cîh girtine.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku li ser êrîşan hêzên YPG’ê bersiv dane û pevçûnên dijwar derketine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê bi lehengî bersiva êrîşên hovane ku dixwestin herêma Çilaxa dagir bikin daye û bi destana ku nivîsandine dersek mezin daye çeteyan.
Der barê encamên şer de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di encamên pevçûnan de derketine de zêdetirî 84 çete hatin kuştin. Cenazeyên 20’an ji wan di destê YPG’ê de ne û bêtirî 35 cenaze jî hîn li herêma pevçûnan û ji aliyê YPG’ê ve têne komkirin. Her wiha YPG’ê tangek, wesayîtek leşkerî, 48 kelaşnîkof, 8 BKC, 2 RBG, 7 amûrên cîhazên ragihandinê û 5 dûrbîn desteser kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van pevçûnan de 15 şervanên YPG’ê jî bi lehengî li berxwe dane û jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li herêma Efrînê jî tabûreke girêdayî Artêşa Azad ku ji 75 kesan pêk tê bi çekên xwe piştî ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) êrîşî wan kirin, xwe spartine hêzên YPG’ê kirin.