"YPG hêza serbixwe ya gelê Rojava ye"
"YPG hêza serbixwe ya gelê Rojava ye"
"YPG hêza serbixwe ya gelê Rojava ye"
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, diyar kir ku YPG û Asayîş hêzên gelê Rojavayê Kurdistanê ne û di bin sîwana Desteya Bilind a kurd de tevdigerin. Kesên ku dixwazin YPG’ê bi PYD’ê ve girêdin armanca wan biçûk kirina rola YPG’ê ya netewî ye. Şervanên YPG’ê nûnertiya hemû gelê Rojavayê Kurdistanê dikin û hemû kesî diparêze. Muslim, da zanîn ku şerê li Til Temir li dijî alîgirê Baas û komên Çekdar ên li dijî destkeftiyên gelê kurd in, pêk tê.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, derbarê hin aliyên ku dixwazin YPG’ê bi PYD’ê ve girêbidin ji ANHA’yê re diyar kir ku, bendên kontrolê yên YPG’ê xwedî wî mafiye ku her kesî kontrol bike û nasnameyên wan bixwazin, ji ber ku rewşa welat di nava şer û pevçûan de ye. Muslim, da zanîn ku siyasetmedar jî û keseke normal jî bê cudahî wê di heman kontrolê re derbas bibin. Muslim, diyar kir ku hinek siyasetmedar bê ku were zanîn kî ne, di dema benda kontrolê ya YPG’ê re derbas bûne hatine kontrol kirin û ev siyasetmedar li xwe giran dibînin û daxuyaniyan didin dibêjin bila PYD’ê lêborînê ji me bixwaze. Muslim, destnîşan kir ku YPG girêdayî Desteya Bilind a Kurd e û ne girêdayî PYD’ê ye û ev yek ne tişteke lêborîn xwestinê ye, ger ku pirsgirêkek hebe jî muxatab Desteya Bilind e. Muslim, bal kişand ku YPG û hêza asayîşê akademî û sazî vekirine û endamên xwe perwerde dikin, cihê xwe yê taybet di dilê gelê herêmê de hene û tu elaqa PYD’ê û YPG’ê bi hev re tuneye. Muslim, da zanîn ku hin alî dixwazin YPG’ê bixin hêza partiyekê û bi vê yekê biçûk bikin, lewre dixwazin bi PYD’ê ve girêbidin, şervanên YPG’ ê ku parastina Rojavayê Kurdistanê dikin û Asayîş jî ne girêdayî PYD’ê ye, ev temsîla îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê dikin û yên ku dixwazin asayîşê û YPG’ê bi PYD’ê ve girêbidin armanca wan biçûk kirina gelê Rojava ye.
Şerê li Til Temir li dijî alîgirên Baas û Komên çekdar e
Hevserokê PYD’ê derbarê pevçûnên li Til Temirê de ev tişt anîn ziman: ‘’Em şerê li Til Temir dişopînin, êrîş ji aliyê alîgirên Baas û komên çekdar li dijî gelê kurd pêk hatine, ji aliyekî alîgirên rêjîma Baas êrîşî kurdan dikin û ji aliyê din jî komên çekdar êrîşî destkeftiyên kurdan dikin, ev êrîş di çarçoveya ne tehemulkirina mafên kurdan de ye, lê tevî hemû tiştî helwesta kurdan nehatiye guhertin û kurd di xeta xwe ya parastina rewa de ne. Kî bi ser me de bê em ê xwe biparêzin, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin.’’ Muslim, derbarê daxuyaniya Encumana Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) jî diyar kir ku daxuyaniya wan ji bêberpirsyariyê hatiye dayîn.
Di gera xwe de me hevdîtin pêk anîn
Derbarê gera xwe ya li derve jî hevserokê PYD’ê Salih Muslim wiha got: ‘’Li Londonê me hevdîtin bi hinek lordan û kesayetên girîng re wek Rêveberê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Birîtanya Cêrê Mî Grînstok û Endamê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa Bulyes Con re lidar xist. Di hevdîtinan de mijarên alîkariya bi gelê Rojavayê Kurdistanê û pirsa Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.
Helwesta Tirkiyê piştî pêvajoya Bakûrê Kurdistanê
Derbarê helwest û nêzîkatiya Tirkiyê ji bo pirsgirêka gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Muslim wiha axivî: ‘’Pêvajoya ku niha li Bakûrê Kurdistanê dimeşe bandora xwe ya erênî li hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Dewleta Tirkiyê ku tim êrîşî şoreşên gelê Kurd kiriye, destê Tirkiyê di şerê hemû şoreşên Kurdan de hebûye. Tevî vê yekê jî em wek PYD’ê xwedî proje ne û em amade ne ku bi Tirkiyê re hevdîtinan lidar bixin.’’
Muslim, êrîşên Îsraîl a li dijî Sûriyeyê şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş li dijî milkê hemû gelên Sûriyeyê pêk hatiye, lê berpirsyarê sereke ji êrîşan rêjîma Baas e bi nav kir, ji ber ku rejîm bi xwe çekan giran li dijî gelê xwe de bikar tîne.