YPG’ê tabûrek din a ji pêkhateya Ereb avakir
YPG’ê tabûrek din a ji pêkhateya Ereb avakir
YPG’ê tabûrek din a ji pêkhateya Ereb avakir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tabûra xwe ya 6’emîn a bi navê ‘‘Şehîd Meter Ebd El-Henan Meter’’ bi merasîmekê ragihand. Piraniya şervanên tabûrê ji eşîrên Şerabî û Siyar ên Ereb pêk tê.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajaroka Til Temir tabûra xwe ya 6’emîn a bi navê ‘‘Şehîd Meter Ebd El-Henan Meter’’ bi merasîmekê ragihandin û navenda wê li gundê Ebûş a di navbera gundê Ebû Rasên û Til Temir de hate vekirin. Hate hînbûn ku piraniya endamên tabûra ‘‘Şehîd Meter Ebd El-Henan Meter’’ ji eşîrên Şerabî û Siyad ên Ereb pêk tên.
Merasîma ragihandina tabûrê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandarên YPG’ê yê Til Temir Lewend Engîzek axivî û da zanîn ku YPG tabûra xwe ya 6’emîn li Til Temir bi awayekî fermî radigihîne û ev tişt got: ‘‘Piraniya endamên tabûra me ya nû ji birayên me yên Ereb pêk tên. Parastina pêkhateyên herêmê erka YPG’ê ye. Hêzên YPG’ê her dem amadene ku hemû pêkhateyan biparêzin.’’ Engîzek, bibîrxist ku deriyê tevlîbûna nava YPG’ê li pêşiya hemû pêkhateyên herêmê vekiriye. Piştî axaftina Engîzek merasîm bidawî bû.
Yasîn Bikêr ê ji eşîra Şerabî ku nû tevlî YPG’ê bûye diyar kir dema wan rastî zanîne hêzên YPG’ê hêzên parastina pêkhateyên herêmê ne, ew jî tevlî YPG’ê bûne ji bo cihê xwe di parastina herêmê de bigirin. Bekir, bibîrxist ku gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Asûrî bi biratî bihevre jiyan dikin û bang li hemû pêkhateyan kir da ku li dijî êrîşên çekdarên biyanî hêza xwe bikin yek.
Mehmûd Mihemed Mihêmid ê ji eşîra Şerabî jî da zanîn ku ew bi armanca parastina herêmê ji çete û dizan tevlî nava refên YPG’ê bûye.
Ebdulezîz Xelef Mihêmid jî sedema tevlîbûna xwe ya nava refên YPG’ê wiha anî ziman: ‘‘Ji ber ku min kiryarên çekdarên El-Nusra yên ku ketin gundê me Til El Werid de dît, ez tevlî nava hêzên YPG’ê bûm,’’ Mihêmid bang li hemû pêkhateyên herêmê kir da ku tevlî nava YPG’ê bibin.
Ibrahîm El Hesen jî got ku piştî çekdarên El-Nusra li dijî birayên me yên Kurd li Til Eran û Til Hasil komkujî pêk anîn, wî biryar da ku tevlî YPG’ê bibe.
Tabûra YPG’ê ya 6’emîn li Til Temir ku hat ragihandin, navê xwe ji şervanê YPG’ê Meter Ebd El Henan Meter ku ji pêkhateyên Erebe digire. Şervanê YPG’ê Meter Ebd El Henan Meter mehek beriya niha li ser riya Til Temir û Serêkaniyê dîl ketibû destê çekdarên El-Nusra û di encama îşkenceyê de jiyana xwe jidest dabû.