YPG'ê nasnameya 4 şervanan eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê ragihand ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de 4 şervananên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPG'ê ragihand ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de 4 şervananên wan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên YPG`ê yên ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser Kantona Efrînê şehîd ketin, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker bi destpêkirina Şoreşa Rojava heya roja me ya îro li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê êrîşan li dar dixe. Artêşa Tirk bi çekên giran, bi topên hawan û obûsan welatiyên li ser sînor jiyan dikin û mewziyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku parastina Rojava dikin êrîş dike. Ji Dêrikê heya Efrînê ev êrîşan li dar dixe. Bi taybet ev demeke dirêje li ser Kantona Efrînê êrîşên xwe zêde kiriye.
Artêşa Tirk a dagirker di dîroka 23’yê adara 2017`an navçeyên Cindrêsê, Bilbilê, Çiyayê Gir û gundên din ên li nêzî sînorên girêdayî Efrînê bi topên obûs û hawanan êrîş li dar xist. Artêşa Tirk a dagirker ew roj êrîşên xwe domandiye. Li hember van êrîşan şervanên YPG û YPJ`ê di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund nîşan daye.
Çar hevalên me di encamê bombardimanên(topbarana) artêşa Tirk a dagirker li dijî xaka Rojava gihiştin şehadetê.
Weke YPG û YPJ`ê hemû şehîdên berxwedêr bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Serî de ji malbatên şehîdan û hemû gelên Rojava û Bakurê Surî re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdan ji bo welatekî azad ava bikin û biratiya gelan çêbikin em careke din nû dikin.
Nasnameya şervanên YPG'ê wiha ye:
Nasnav: Armanc Efrîn
Nav û Paşnav: Xelîl Emûrî
Navê Dayikê: Siltan
Navê Bav: Ebid El-Menan
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şera
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 23 Adar 2017
—-
Nasnav: Şoreş Rojava
Nav û Paşnav: Ibrahîm Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Hikmet
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şêya
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 23 Adar 2017
——
Nasnav: Kajîn Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Bilal
Navê Dayikê: Neîma
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şêya
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 23 Adar 2017
———-
Nasnav: Avaşîn Şêya
Nav û Paşnav: Mihemed Bîbo
Navê Dayikê: Yildiz
Navê Bav: Mustefa
Cihê Ji Dayikbuyînê: Şêya
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 23 Adar 2017