YPG'ê cejna xiristiyaniyan pîroz kir
YPG'ê cejna xiristiyaniyan pîroz kir
YPG'ê cejna xiristiyaniyan pîroz kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên parastina Gel (YPG) cejna xirstiyaniyan li hemû xiristyaniyên Rojavayê Kurdistanê û cîhana xiristiyanan pîroz kir.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyekê cejna xiristiyaniyan li hemû xiristiyaniyên Rojavayê Kurdistanê û xiristyaniyên cîhanê pîroz kir. Di daxuyaniyê de ji dayîkbûna Hz. Îsa wekî roja aştî, biratî û aramiyê hate binavkirin û cejna xiristiyaniyan ku bi boneya ji dayîkbûna Hz. Îsa pêk tê, li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin.
Di berdewama dexuyaniyê de li ser rewşa Sûriyê bal hate kişandin û hate gotin ku rojane bi dehan kes li seranserî cîhanê û Sûriyê jiyana xwe jidest didin û wiha hate gotin: "Di van deman de herêmên Rojava di bin navê ol de rastî êrîşên nijatperest tên. Di vê demê de metirsî li ser hemû mirovahiyê ye û îro gelê me ji hemû demê zêdetir pêdiviya xwe bi aştî, aramî, biratî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan de heye."
Di daxuyaniyê de hate hêvîkirin ku sala nû bibe sala aşitî, aramî û sala bidawî anîna li şer, tundî, kuştin û koçberiyê û hate gotin: "Em hêvî dikin ku sala nû bibe sala biratî, aramî û jiyana hevbeş."
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe parastina hemû pêkhateyên herêmên Kurd, Ereb û xiristiyaniyan bikin û wiha dom kir: “Armanca me ew e ku em herêmê dûrî şer û nakokiyan bixin. Aramanca me ew e ku herêm aram bibe."
Di dawiya daxuyaniyê de careke din roja ji dayîbûna Hz. Îsa li hemû gelên cîhanê û xiristiyaniyên Rojava hate pîrozkirin.