YPG: Çete li herêmên nêzî sînor êrîşî gel dikin
YPG: Çete li herêmên nêzî sînor êrîşî gel dikin
YPG: Çete li herêmên nêzî sînor êrîşî gel dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê, diyar kir ku ji roja Înê heta sibehê di şer û pevçûnên li eniyên rojava, rojhilat û başûr pêşdeçûna çeteyan hatiye astengkirin. YPG destnîşan kir ku nêzî 70 çete hatine kuştin, êrîşên hewayî yên rojên dawî bi bandor in û çete gelek windahiyan didin. Hat ragihandin ku di şerû pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ji sibeha Înê heta danê sibehê yê îro encamên şer û pevçûnên rû dane aşkera kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê Îlonê ve bi armanca dagirkirina Kobanê destpê kirin, hê jî dewam dikin. Li rojhilat, Başur û bakurê Kobanê hêzên me bi ruhekî fedayî û bi îrade li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li ber xwe didin. Tevî hemû teknîka wan a pêşketî jî, ji ber berxwedana hêzên me çete nikarin pêşde bikevin. Vê carê li dijî gelê me yê sivîl ê li bajer û nêzî sinor dest bi êrîşên sûîqestî û êrîşên bombeyî kirine.
Şêr û pevçûnên ku duh li rojhilatê Kobanê destpê kirin heya vê sibê bi dijwarî dewam kirin. Hêzên me li vê eniyê li dijî çeteyan dem bi dem êrîş pêk anîn û nehiştin ku ew pêşde bikevin. Li gorî hatiye tespîtkirin li eniya rojhilat 29 çete hatine kuştin.
Li eniya Başûr jî çeteyan li hemberî çeperên hêzên me bi tank, hawan, obus, katuşa û fuzeyan bombardûman pêk anîn. Hêzên me bi berxwedaneke bêhempa bersiv dan çeteyên ku hewl dan bi êrîşên bombeyî pêşde werin. Li eniya başûrê jî di şer de 17 çete hatin kuştin.
Li eniyên başûr û rojhilat çeteyên ku tengav dibin hewl didin bi kamyonên bombebarkirî û tijî madeyên teqemaniyê pêşde bên. Li başur kamyonek, li rojhilat jî kamyonek bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve di nava çeteyan de hatiye rûxandin.
Li eniya rojava jî şevê din hêzên me li dijî baregehên çeteyan ên di ketina bajêr de operasyon lidar xistin. Di van operasyonan de 2 wesayîtên çeteyan hatin derbkirin û 22 çete hatin kuştin.
Di şer û pevçûnên şevê din de 5 hevalên me bi qehremanî û fedayane şer kirin û pêşketina çeteyan rawestandin, şehîd bûn.
Ev çend roj in ji bilî şer û pevçûnên di navbera hezên me û DAIŞ'ê, li derdora Kobanê êrîşên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ'ê didomin. Di rojên dawî de van ev êrîş bi bandor bûne û ji ber wê windahiyên çeteyan çebûne. Ji bo pişta çeteyan were şkandin û DAIŞ bi temamî têk biçe divê bêhtir ev êrîş bi bandor werin kirin."