YPG: Bajarê Serêkaniyê ji komên çekdar hate paqijkirin

YPG: Bajarê Serêkaniyê ji komên çekdar hate paqijkirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir Serêkaniyê bi temamî ji komên çekdar hatiye paqijkirin. YPG᾿ê da zanîn ku ew ê hemû pêkhateyên herêmê biparêzin û banga alîkiriyê li şêniyên bajêr û bi taybet welatiyên ereb kir.

Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê der barê pevçûnên li Serêkaniyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Duh saet di 11.30᾿an de komeke çekdar êrîşî yekîneyek YPG᾿ê kirin. li ser vê yekê YPG᾿ê dest bi opersyonê kir û di encamê de Serêkaniyê ji komên çekdar ên ku ev demeke welatiyên Serêkaniyê bi hemû pêkhateyên wê dişelandin û talan dikirin, paqij kir.᾿̓

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşa komên çekdar ku ji nişka ve pêk hat, di navber hêzên YPG᾿ê  yên li Serêkaniyê û komên çekdar de pevçunan rû daye. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di encama pevçûnan de beşek ji komên çekdar reviyane Bakurê Kurdistanê, beşek ji bajêr reviyan û hinek jî tevî çekên xwe teslîmî YPG᾿ê bûne.

Di daxuyaniyê bang li hemû pêkhateyên bajêr û bi taybet ereban hate kirin da ku bi hêzên YPG᾿ê yên parastina bajêr girtine ser milên xwe re alîkar bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin YPG᾿ê heta di navbera hemû gelên herêmê de aştî, biratî û jiyana hevbeş pêk were, dê di parastina herêmê de israra xwe bidomîne.