YPG: 9 leşkerên rejimê hatin kuştin û 2 wesayît hatin rûxandin

YPG: 9 leşkerên rejimê hatin kuştin û 2 wesayît hatin rûxandin

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di pevçûnên roja Pêncşemê de li deveroka Elewarid ya taxa Şêxmeqsûd 9 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku, di pevçûnên roja Pêncşemê de ku li deveroka El-Ewarid ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera YPG’ê û hêzên rejima Baas de rû da 9 leşkerên rejimê hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên rejimê ji roja Çarşemê ve hewl didin têkevin taxê û ji kaşê El-Ewarid êrîş dikin û di encamê bersivdayina şervanên YPG᾿ê  pevçûn bi dijwarî rû didan.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, “Li deveroka Elewarid roja Pêncşemê pevçûnên giran di nav bera YPG’ê û rejimê de rû dan. Di encama pevçûnan de 9 leşkerên rejimê hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî bi temamî hatin rûxandin.”