YPG: 34 çete hatin kuştin

YPG: 34 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 saetên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Helebê di navbera hêzên wan û komên çete de, 34 çete hatine kuştin, 4 nuqteyên çeteyan hatine bidestxistin û 2 wesayîtên doçka hatine rûxandin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî pevçûnên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

Li herêma Cindirêsa Efrînê komên çete êrîşî hêzên YPG’ê kirin. Li ser vê yekê yekîneyên me bersiv dan êrîşan û çalakiyek dijber lidar xistin. Di encama çalakiya li herêma Atma de 2 bendên çeteyan hatine bidestxistin.

Li herêma Serêkaniyê piştî azadkirina gundê Elok a ji destê komên çete, îro li derdora gundê Cafa şer û pevçûn derketin. Di encama şer de, yekîneyên YPG’ê 2 nuqteyên leşkerî yên van koman bidest xistin û gund ji 3 aliyan ve dorpêç kirin. Di encama pevçûnan de 2 wesayîtên ku doçka li ser hebûn hatin rûxandin, derb li tangekê hat xistin û 23 endamên komên çete hatin kuştin.

Di vê çalakiyê de şervanekî YPG’ê bi sivikî birîndar bû. Pevçûnên li herêmê didomin.

Li herêma Girkê Legê îro di saetên nîvro de li gundê Girhok di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Iraq/Şamê de cih bi cih pevçûn derketin. Komên çete di êrîşan de çekên giran û topên hawanê bikar anîn. Di van pevçûnan de 6 endamên komên çete hatin kuştin.

Li Helebê jî pevçûn didomin. Bi taybetî pevçûn di navbera taxên Sekin Şebabî û Eşrefiyê de didomin. Di pevçûnan de 5 endamên çeteyan hatine kuştin.