YPG: 16 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin

YPG: 16 leşkerên rejima Sûriyeyê hatin kuştin

YPG’ê bidaxuyaniyekî nivîskî ragihand ku, di encama pevçûn li taxa Şêxmeqsûd rûdane 16 leşkerên rejima Baas hatine kuştin.

Hêzên rejma Baas taxa Şêxmeqsûd ya Helebê topbaran kir. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê çalakiya bersivdayinê li dijî hêzên rejima Baas ên li derdora devera El-Ewarid pêk anî û di encamê de pevçûn rû dan. Navenda Çapemeniyê ya YPG᾿ê diyar kir ku, di van pevçûnan de 16 leşkerên rejima Baas hatin kuştin û tu ziyan ne gihiştiye şervanên YPG’ê.