Yoruk: Berxwedana Kobanê cih li AKP'ê teng kir
Yoruk: Berxwedana Kobanê cih li AKP'ê teng kir
Yoruk: Berxwedana Kobanê cih li AKP'ê teng kir
Doç. Dr. Alk. Erdem Yoruk diyar kir ku berxwedana li Kobanê, tevgera Kurd hem di pêvajoya çareseriyê de hem jî li qada navneteweyî rewa û xurt kiriye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê cih li hikûmeta AKP'ê teng bûye, lewma di nav tengezariyê de neçar maye gavan biavêje.
Berxwedana Kobanê ya Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ket roja 20. Hîndekarê Beşa Sosyolojî ya Zanîngeha Koç Doç. Dr. Alk Erdem Yoruk, berxwedana Kobanê, bandora vê berxwedanê, bi tezkereyê re helwesta desthilatdariya AKP'ê ya di pêvajoya çareseriyê de, nirxand.
Yoruk got, "Bi dîtina min, ev dem ji bo hikûmeta AKP'ê yek ji dema û pozîsyona herî qels e" û gava AKP'ê ya tezkereyê jî weke "tiştên neçar ma bike" şîrove kir.
'DEMA POÎTÎKAYA AKP'Ê YA LI SER ROJAVA BI KÊR NEHAT JI NEÇARÎ GAV AVÊT’
Yoruk diyar kir ku AKP'ê li gorî dilê xwe nekarî serê tevgera azadiyê a Kurd li pêşberî xwe bitewîne û got, "Di nava van hemûyan de pevçûna hikûmetê ya bi cemaetê, bi Gezî û bi sermayeya mezin a li Tirkiyeyê, hêza bazariyê ya li hemberî Kurdan û DYA qels kir. Lewma hikûmetê li ser daxwaza DYA hevalê xwe yê herî nêz Esad veguherand 'Esed' û weke dijmin îlan kir. Li pêşberî vê, DAIŞ û komên din ên Îslamî xurt kir. DAIŞ bi taybetî ji bo eciqandina şoreşa li Rojava bikar anî. Dema DAIŞ a mezin bû ji bo tevahiya hêzên din ên emperyalîst veguherî gefekê, koalîsyon hat avakirin. Tevlî vê koalîsyonê jî nebû. Heta ku DYA ket nava hewldanekê. Ev yek plansaziyeke Tirkiyeyê nîne, tiştekî ku ji neçarî kiriye."
KURDAN LÎSTIK XERA KIRIN
Yoruk got, "AKP bi gavên xwe yên ji vî alî ve diavêjin re dixwaz, berjewendiyên xwe maksîmîze bike" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibêj ez ê li dijî DAIŞ'ê destekê bidim. Lê niha bazara 'Hûnê rê bidin ku DAIŞ şoreşa Rojava tê bibe, ez ê hingê gavê biavêjim' dike. Parametreya girîng, berxwedana Kurdan a li Rojava ye. Eger Rojava têk biçûya, wê di nav şert û mercên heyî de plana Tirkiyeyê bicih bihata. Berxwedana Rojava ev yek pûç kiriye. Herî dawî, berxwedana şevê din, hem derba koalîsyonê ya li DAIŞ'ê, bi taybetî jî berxwedana Kurdan, Tirkiye bêtir di nava çiravê de çikandiye."
Yoruk da xuyakirin ku daxuyaniyên tevgera Kurd ên "Eger Rojava têk biçe wê pêvajoya çareseriyê biqede" cih li hikûmeta AKP'ê bêtir teng kiriye û got, "AKP ji kirina hesabên rasyonek dûr e. Siyaseta rojane dimeşîne. Ev yek jî dibe sedem ku bi dewamiya berxwedana li Rojava re, tevgera Kurd li gelemperiya cîhanê xurtir dibe."
'KOBANÊ WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE'
Yoruk da zanîn ku ew di nav rewşeke kaotîk de derbas dibin û got, "Eger Kobanê têk neçe, gelekî zehmet e Tirkiye li wir herêmeke tampon çêbike û Kobanê dagir bike. Nikare vê çêbike. Her wiha wê li dû dagirkeriya Qibrisê careke din li qada navneteweyî weke dagirker bê pênasekirin. Di medya bûrjûva bi xwe de jî Kurd û şervanên jin ên Kurdan rewa bûne. Di rewşeke bi vî rengî de ne bawerim ku rîska dagirkeriyê bigirin ser xwe. Weke hêzeke çekdar ne pêkane ku vê bike. Hem li Kobanê hem jî li Tirkiyeyê wê li berxwedaneke mezin rast bê. Ev yek dikare dawî li hikûmeta AKP'ê bîne. Lewma eger Kobanê têk neçe, wê AKP neçar bimîne bi paş ve gavan biavêje. Eger Kobanê bikeve, dibe ku AKP bi hinceta 'Operasyona li dijî DAIŞ'ê xwe nêzî dagirkeriyê bike."