Yolerî: Kincê ji yek rengî gefek li dijî her kesî ye
Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî got, daxwaza Erdogan a ji bo ferzkirina kincê ji yek rengî li girtîgehan, ku ji Gûantanamoyê sûd wergirtiye, gefek li dijî her kesî ye.
Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî got, daxwaza Erdogan a ji bo ferzkirina kincê ji yek rengî li girtîgehan, ku ji Gûantanamoyê sûd wergirtiye, gefek li dijî her kesî ye.
Serokê Giştî yê AKP'ê, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan da xuyakirin, ku mîna li Gûantanamoyê divê bersûcên FETO di dema derketina pêş dadgehê de kincê ji yek rengî li xwe bikin. Parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.
Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ev daxwaz û ferzkirin, gefeke li dijî her kesî. Yolerî ku bi salan parêzerî ji xizmên mirovên di binê çavan de hatin windakirin û îşkence li wan hate kirin dikir û bibîr xist, ku ÎHD di 17'ê Tîrmeha 1986'an de li dijî zexta li xwekirina kincê ji yek rengî û îşkenceya li girtiyên siyasî ya darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'ê ava bû.
Yolerî anî ziman, ku samîmiyeta gotina 'demokrasiyê' ya desthilatdariya AKP'ê ji bo wan her tim cihê gumanê bû û niha ev gumanên wan mafdar hatiye dîtin.
Yolerî diyar kir, bi taybetî piştî rawestandina danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re desthilatdariyê dest ji gotinên mafên mirovan berdaye û destnîşan kir, ku bi Rewşa Awarte re destûra bingehîn, qanûn nas nekiriye û edalet tenê ji bo desthilatdariya xwe xwestiye.
'NÎŞANEYÊN PÊVAJOYA FAŞÎZAN'
Yolerî da zanîn, heman piştî 15'ê Tîrmehê daxuyanî û pêkanînên tundiyê zêde bûne û serjêkirina mirovên ku hê nehatibû îspatkirin ku sûcdar in, weke mînak nîşan da. Yolerî diyar kir, di sibeha hewldana darbeyê de înfaz hatin kirin û desthilatdarî xwedî lê derket û got, "Piştre nîqaşên il ser îdamê dest pê kirin û desthilatdarî xwedî li îşkenceyên li girtîgehan derket. Bi biryarnameyan re hem pêvajoya girtina li binê çavan hate dirêjkirin, hem jî pêşî li îşkenceyê hate vekirin. Îro jî lêkirina kincê ji rengekî li girtiyan xistine rojevê. Û qada serjêkirina mirovan dikin." Yolerî destnîşan kir ku ev gotin û nêzîkatî nîşan didin ku welat dikeve nava pêvajoyeke faşîzan.
'DIBE KU HER KES MEXDÛR BIBE; LAZIM E HER KES LI BER RABE'
Gulseren Yolerî anî ziman, ku ÎHD ev 31 sal in li dijî van pêkanîna têdikoşe û got, "Eger li cihekî îşkence hebe, kî dibe bila bibe, ew îşkence wê berfireh bibe û li mirovên din jî were kirin."
Yolerî da zanîn, derxistina mirovan ji kar, astengiyên li girtîgehan, girtin û binçavkirin û pêkanînên ji dijî endamên FETO piştî 15'ê Tîrmehê, li dijî her kesî tên kirin û hişyarî da ku eger zexta 'li xwe kirina kincê ji yek rengî' eger bê qebûlkirin, ev yek wê il ser hemû girtiyên siyasî bê ferzkirin.
Yolerî got, "Eger hiqûq ji holê rabe, ev yek wê bandorê li her kesî bike" û destnîşan kir, ku divê her kes li dijî gefa 'lixwekirina kincê ji yek rengî' têbikoşe.