YNK: Bêdengiya parlemena Başûr şermezariye

YNK: Bêdengiya parlemena Başûr şermezariye

Fraksyona Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li parlamentoya Herêma Kurdistanê rexne li serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê digire ku rêziknameya navxwe ya parlamentoyê binpê kiriye. Fraksyona YNK’ê diyar kir ku parlamentoyê rûniştina awarta li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û bi taybet Kobanê lidar nexistiye.

Fraksyona YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê bi navê ‘Belavokek ji bo serokê parlamentoyê û raya giştî li ser rewşa rojava û bi taybet Kobanê’ daxuyaniyek nivîskî belav kir. Fraksyona YNK’ê bal kişand ser rewşa Kobanê û wiha got: “Îro Kantona Kobanê di rewşekî dijwar re derbas dibe. Lewra me berî zêdetirî meh û nîvekê daxwaz kir ku parlamentoya Herêma Kurdistanê civîneke lezgîn li ser rewşa rojava lidarbixe. Lê mixabin serokatiya parlamentoyê bêyî hest bi rewşa dijwar a Kobanê û binpêkiria rêziknameya navxwe ya parlamentoyê bike, ew rûniştin lidarnexist. Ji bilî vê yekê serokatiya parlamentyê dikarî lijneyeke parlamentoyê erkdar bike ku serdana rojavayê Kurdistanê bike. Wê demê ji bo xelkê berxwedêr giringiyekî maddî û manewî bû, lê li himberî vê yekê bêdengî hilbijartin.”

Di berdewama daxuyaniya Fraksyona YNK’ê de wiha tê gotin: “Gelê Kurdistanê dizane rojavayê Kurdistanê berî êrişên li dijî Kobanê, ji ber girtina sînor, giraniya tiştan û alîkariyê pirsgirêkê mezin jiyan dikir. Herwiha alîkarî nekir ku nivîsîngeha kantonan li Herêma Kurdistanê were vekirin. Lê îro êriş û dagirkarî li Kobanê heye û herwiha welatiyên sivîl penaber bûne. Ji nû de serokatiya parlamentoyê ji bo helwestên xwe yên cihê şermezariyê daxwaz dike ku şandekî parlamentoyê bişîne Kobanê.”

Fraksyona YNK’ê wiha got: “Tevî ku me nûnerê xwe ji bo wê şandê diyar kiriye û ji bo tiştên nerast li ser dîtina me neyên gotin, bi dîtina me şandina wê şandê gelek dereng ketiye û dibe ku nekare êşên Kobanê kêm bike.”

Fraksyona YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku nivîsîngehên Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê werin vekirin û di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Lewra em daxwaz dikin ku serokatiya parlamentoya Kurdistanê li gor rêziknameya navxwe ya parlamentoyê, deshilata wê yekê heye endamên parlamentoyê vexwîne civînek awarte. Herwiha deshilata xwe bikarbêne û civîna parlamentoyê lidarbixe û di nava kêmtirî 72 saetan de, ji bo guftûgoyê li ser biryara şandina hêzê, pêwîstiyên leşkerî yên lezgîn, vekirina dergehên sînor ji bo gihandina alîkariyan û vekirina nivîsîngehên kantonên Rojava li herêma başûrê Kurdistanê bike.”