YJK-E: Ji bo Efrînê em xwedî li Newrozê derkevin

YJK-E Newroz pîroz kir û got ji bo Efrînê divê mirov xwedî li Newroza 2018’an derkeve û bang li gel ku 17’ê Adarê li Hannoverê bin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî got Kur li gel her cure zext û zordariya dewleta Tirk jî tim bi coşiyeke mezin Newroz pîroz kiriye û got agirê Newrozê ji Zindana Amedê bi agirê ku 1982’an Mezlûm Doğan pêxistî, heta bi agirê Newrozê yê Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan, Sema Yüce û Elefteriya bûye agirê azadiyê.

‘QET DEV JI RIHÊ BERXWEDANÊ BERNEDAYE’

YJK-E’yê bi berdewamî got dewleta Tirk a faşîst ji bo ku rihê berxwedanê yê Newrozê tine bike tişta ku jê hatiye texsîr nekiriye, bi berdewamî bal kişande ser pêvajoya niha ya ku dewleta Tirk li ser Kurdan êrîşên qirker dike û desteka Ewropayê ya li dewelta Tirk û got, ‘’Êrîşên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê bi çi astê bin bila bibin jî, gelê Kurd ti caran serî ji zext û êrîşan re netewandinye û qet dev ji rihê berxwedanê bernedaye. Her demê gelê me bi berdlên giran Cejna Berxwedanê Newroz pîroz kiriye.’’

BANGA JI BO NEWROZA LI HANNOVERÊ

YJK-E’yê bi berdewamî Cejna Berxwedanê Newroz li hemû gel û baweriyan pîroz kir û bang li hemû meclîsên jinan, komun û însîyatîvên xwe, gelê Kurd û dostên gelê Kurd ku 17’ê Adarê li Hannoverê ya Elmanya tevlî pîrozbahiya Navendî ya Newrozê bin.