YJA- Star: Serkeftina Reqayê hişmendiya desthiladariya nêr têk bir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got, ''em azadkirina bajarê Reqayê li hemû hêzên QSD’ê, li gelê Reqayê yê berxwedêr û li hemû gelên Kurdistan û gelê cîhanê pîroz dikin’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA- Starê bi daxuyaniyeke nvîskî rizgarkirina Reqayê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û got, ‘’di şexsê yekîneyên parastina jinê YPJ’ê û hemû hêzên jinê de, em azadkirina bajarê Reqayê li hemû hêzên QSD’ê, li gelê Reqayê yê berxwedêr û li hemû gelên Kurdistan û gelê cîhanê pîroz dikin.’’

YJA- Starê bi domdarî got,’’li kûderê dibe bila bibe, çi hêz dibe bila bibe, ev hêzên DAİŞ’ê dibin an jî hêzeke din a dagirker û tecawîzkar dibin, kîjan hêz hewl bide destdirêjiyê li ser jin û civakê bike wê me li beramberî xwe bibînin. Em ê wekî herdem bê teredut bi erka xwe ya parastinê rabin. Em ê herdem ala Bêrîtan, Arîn û Destan Temûz’an bilind rakin.’’

Tevahiya daxuyaniya YJA-Starê wiha ye:

Di van rojan de ku em hêzên parastina jinê YJA Star  salvegera artêşbûna jinê pêşwazî dikin, di pêşengiya hêzên jinê de rizgarkirina bajarê Reqayê û binkeftina hişmendiya desthiladariya nêr a ku di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de gihabû asta bilind, coşî, kelecan û moraleke mezin dide me. Li ser vê bingehê di şexsê yekîneyên parastina jinê YPJ’ê û hemû hêzên jinê de, em azadkirina bajarê Reqayê li hemû hêzên QSD’ê, li gelê Reqayê yê berxwedêr û li hemû gelên Kurdistan û gelê cîhanê pîroz dikin. Di şexsê şehîd Rozerîn, şehîd Destan Temmûz û gelê Reqayê de ku heya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn, em hemû şehîdên pêngava şoreşgerî ya Reqayê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember lehengiya wan ditewînin. Û em bawerin ku wê ev berxwedan û lehengî azadiya tevahî Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk bîne.

Helbet hemû cîhan jî baş dizane ku heger îro çeteyên DAİŞ’ê di navenda xwe ya herî bi hêz de têk çûbe, ev di encama wê de pêk hat ku şikestin û binkeftina xwe li bajarê berxwedanê Kobanî de jiya. Ji ber ku bajarê Kobanî di pêşengiya berxwedana bi rûmet a jinê de çonga xwe ji çeteyan re neşikand. Di şexsê Rêvan, Arîn, Hebûn, Gulan Batman û Zehra’yan de zihniyeta barbar a DAİŞ’ê bin keft û vîna xwe ya psîkolojîk û fîzîkî şikest. Berxwedana Kobanî ya ku gerdûnî bû, di cenga mezin a Xezeba Firatê de jî hemû hêzên şoreşgerî bi navê QSD’ê anîn cem hev. Di encama vê pêkhateya xurt de jî vaye îro bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar bû.

Di vê cenga mezin a Reqayê de yek ji mijarên ku mora xwe li hemlê da tevlêbûna jinên Êzîdî bû. Em hemî jî baş dizanin ku jinên Êzîdî herî zêde li vir rastî li zilim, êşkence, êrîş û destdirêjiya DAİŞ’ê hatin. Di şexsê jinên Êzîdî de DAİŞ’ê hewl da ku destê xwe dirêjî hemî jinan bike. Lê van hêzên barbar ji bîr kiribûn ku hêzeke jina Kurd a parastina cewherî ya ku xwe dispêre mîrasê çil salî heye. Ji ber wê ye ku ev hêzên çete di hemû êrîşên xwe de herî zêde ji hêza jin tirsiyan. Ji ber ew dizanibûn ku kîn û xezeba jinê pir mezin e. Êdî jin tola xwe ya bi hezarê salan ji vê zihniyeta tecawîzkar digre. Di operasyona rizgarkirina Reqayê de jî di pêşengiya hêzên YPJ’ê de jinên Êzîdî, jinên Ereb, jinên Asûrî, jinên Sûryanî, jinên çepgir ên sosyalîst, hemû jinan li dijî van hêzên çete bi lehengiyeke mezin şer kirin. Ji ber wê jî di şexsê çeteyên DAİŞ’ê de hemû hêzên desthildar ên dijminê jinê baş famkirin ku wek berê êdî ti dest nikare bi hêsanî dirêjî jinê bibe.

Li ser vê bingehê wek hêzên YJA Starê em careke din coş, kelecan û serbilindiya serkeftina vê cenga mezin dijîn. Em serkeftina tekoşîna azadiya jinê ya li dijî zihniyeta mêrê desthiladar dijîn. Û em bawerin ku wê ev tekoşîna bi rûmet ya hemû jinan siberojên azad diyarî civak û mirovahiyê bike. Li ser vê bingehê wek hêzên parastina jinê li kûderê dibe bila bibe, çi hêz dibe bila bibe, ev hêzên DAİŞ’ê dibin an jî hêzeke din a dagirker û tecawîzkar dibin, kîjan hêz hewl bide destdirêjiyê li ser jin û civakê bike wê me li beramberî xwe bibînin. Em ê wekî herdem bê teredut bi erka xwe ya parastinê rabin. Em ê herdem ala Bêrîtan, Arîn û Destan Temûz’an bilind rakin.