Yildirim: HDP bendê derbas bike faşîzma 16 salî wê biqede

HDP ya ku li Swêdê ling da xebatên hilbijartinê, li paytext Stockholmê bûroya hilbijartinê vekir û civîna gel danî.

Bûroya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frîdhemsplanê ya li navenda Stockholmê hate vekirin. Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim dema vekirina bûroyê hazir bû û axaftinek kir.

Yildirim di axaftina xwe de got hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo diyarkirina dahatuya Tirkiyê pir girîng e, bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku rêxistiniya xwe geş bikin, bi girseyî biçin ser sendoqan û ji bo ku deng bidin HDP’ê banga seferberbûnê kir.

Yildirim piştre li Sollentûnayê ku Kurdistanî û koçber pir lê dijîn tevlî civîna gel bû.

Yildirim bi bîr xist ku HDP piştî pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin û got HDP ji partiyên dî cudatir ji jêr, bi civînên gel ber bi jor ve rêxistiniya wê dibe.

Yildirim got HDP ne tenê partiya Kurdan e, partiyeke wiha ye ku ji entîk û baweriyên siyasî yên cuda mirovan tîn cem hev, bi pêşniyara Ocalan, bi mebesta ku bibe temsîla hemû gelan ava bûye.

Yildirim bi berdewamî bi bîr xist ku ji hemû rehekên etnîk û baweriyan di nav HDP’ê de temsîl hene û got, ‘’Di nav 59 wekîlên HDP’ê de ji 9 gelên cuda, ji 5 dînan,  pergalên bawerî û çandên Tirkiyên hene. Birayên me yên Êzîdî, Elewî hene.’’

Yildirim got hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo HDP’ê û dostên wan fersendeke dîrokî ye û got, ‘’Ji bo ku êşên van salên dawî berevajî bibin, ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên me yên ketin zikê axê û ji bo hemû girtiyên siyasî azad bibin fersendek e.’’

Yildirim bi berdewamî got ‘Tifaqa Millî’ ya li dijî tifaqa AKP-MHP’ê dengê xwe zêde bike jî, heke HDP bendê derbas neke Erdogan bi parlamentoyê de wê pir xurt bibe û got heke HDP bikeve parlementoyê hevseng wê bi temamî biguherin.

Yildirim her wiha got heke HDP bendê derbas bike muxalefet wê li parlamentoyê xurt bibe, di tûra duyan de wê namzetê muxalefetê bi ser bikeve û dawî li faşîzma 16 salan were.

Yildirim herî dawî diyar kir HDP bi dengên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê bendê derbas bike, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê kir ku ji bo HDP bi ser bikeve seferber bibin.