Komîsyona Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 473'an de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” aqûbeta windayan pirsîn. Çalakî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk hat. Xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" ku wêneyên windayan li ser bû vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê hefteyê çîroka windayan û ya dayikên windayan hat xwendin. Endamên Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê (DAKP), Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp jî piştgirî dan çalakiyê.
Ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Raci Bîlîcî axivî û hemû jinên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî. Bîlîcî anî ziman ku ew ê heta dawî hesap bipirsin.
Piştre çîroka Cuneyt Aydinlar hate xwendin ê ku di sala 1994'an de hat binçavkirin û windakirin. Pismamê Aydinlar Firat Mercan, diyar kir ku Cuneyt Aydinlar ji bo zanîngehe ji Amedê çû Stenbolê û di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê TEM'ê ve hat revandin û binçavkirin. Piştî hefteyekê di bin çavan de ma, di 27'ê Sibata 1994'an de di bin çavan de hat windakirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yîgîtalp jî diyar kir ku wekî Platforma Jinan a Dîcle ya amedê (DAKP) piştgiriyê didin malbatan û wiha got: "Malbat 473 hefte ne li windayan digerin. Hikûmetê soz da Dayika Berfo ku cenazeyê kurê wê bîbîne, lê Dayika Berfo bêyî cenazeyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Li şûna AKP soza xwe pêk bîne dayikên wekî Dayîka Berfo zêde dibin. Bila dayiken Wekî dayîka Berfo zêde nebin." Yîgîtalp, anî ziman ku heta aqûbeta hemû windayan ronî bibe wê her dem hesab bipirsin.
Çalakiya malbatan piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.