‘Yên muxalefeta AKP’ê dikin an tên kuştin an tên girtin’
‘Yên muxalefeta AKP’ê dikin an tên kuştin an tên girtin’
‘Yên muxalefeta AKP’ê dikin an tên kuştin an tên girtin’
Di rûniştina doza 24 jê girtî 46 rojnamegerên di bin navê "KCK"ê de tên darizandin berdewam kir. Di rûniştinê de Midûra Karên Nivîsê û Nûçeyan ya DÎHA Fatma Koçak diyar kir ku, ji ber di çapemeniya azad de dixebite û Kurda elewiye tê darizandin. Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Oyman jî destnîşan kir ku, ji ber wan derewên polîtîkayên AKP'ê aşkere kir hatin girtin û tên darizandin.
5'emîn Rûniştina doza 24 jê girtî 46 rojnamegerên çapemeniya Kurd ku di 20'ê Kanûna 2011'an de di bin navê "Operasyona KCK'ê" de hatin girtin îro jî li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Polîsan li 7 bajaran bi ser buroyên çepemeniya kurdan ên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Etikê, Demokratik Modernite û Belavkariya Firatê û malên rojnamegerên Kurd de girtibûn. Di operasyonê 46 rojnamegerên Kurd hatibûn binçavkirin û 36 rojnameger hatibûn girtin.
Di rûniştinên pêkhatin de 22 rojnameger hatin berdan û 24 rojnameger jî girtî tên darizandin. Di rûniştina piştî nîvro de Nahide Ermîş parastin kir. Ermîş anî ziman ku, kesên li hemberî polîtîkayên AKP'ê muxalefetiyê dike û serî hildide, an tên kuştin an jî tên girtin û wiha got: "Ji ber vê yekê divê hemû kesên daxwaza azadiyê dike xwedî helwestek polîtîk û azad bin. Ji ber ku em cuda difikirin û em ne wekî wan in em tên darizandin. "
'HIŞMENDIYA 12'Ê ÎLONÊ HÊJ NEHATIYE GUHERTIN'
Nûçegîhana DîHA'yê Nîlgun Yildiz jî diyar kir ku, îdianame li dijî hiqûqê ye.
Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Ayşe Oyman jî sucdariya derbarê wan de xuya dike ku hişmentiya darbeya 12'ê Îlonê hêj nehatiye guhertin. Oyman bilêv kir ku, ji ber wan polîtîkayên AKP'ê û qirêjiyên wan deşîfre kirin hatin girtin û tên darizandin. Oyman got: "24 salin çapemeniya azad ji kevneşopî û rêça xwe tawiz nedaye. Ev darizandin jî nikare rêya me bibire. Ajans û rojnameya ku em têde dixebitin her tim wekhevî, azadî, aştî û demokrasî parastiye. Ger ku wekî jinek Kurd keda min ketiye vê çapemeniyê ji bo min şeref e. Wergirtina pênûsa Apê Musayan, Gurbeteliyan, Ferhatan ji bo me şerf û deynê situyê me ye."
'JI BER KU EZ JIN, ROJNAMEGER, KURD Û ELEWÎ ME TÊM DARIZANDIN'
Midûra Karê Nivîsê û Nûçeyan a DÎHA Fatma Koçak jî anî ziman ku, ji ber ew, jin, rojnameger, kurd û elewî ye tê darizandin. Koçak da zanin ku, ew naxwaze bersivê bide îdîayên li dijî mantiq û wiha got: "Ev îdîaname li dijî ramana me û hebûna me êrîşe. Ji ber ku em li dijî hişmendiya serdest a zilam derdikevin em tên darizandin. Îdîaname ji min re dibêje çima tu rojnamegerî, çima tu jinî, çima tu elewî, çima tu kurdî. Ger ku min nûçeyên van nasnameyan çênekirina ez nedihatim darizandin.
Rojnameger Mîkail Barut jî anî ziman ku, darizandina wan siyasî ye û wiha got: "Operasyonên ji 14'ê Nisana 2009'an heta niha pêk hat, bi hezaran kes hatin girtin. Ev operaspon wekî darbeyê berdewam dikin. Hemû xebatkar û rêveberên BDP, DTK, ÎHD, parêzer û çapemeniya Kurd wekî endamên PKK'ê û KCK'ê hatine nîşandan. Zêdeyî 10 hezar kes hatin girtin. Ev ne hiqûqî ye.” Piştî parastina doz taloqî sibê kirin.