Yên li dijî S-21’ê piştgirîdan Geziyê

Yên li dijî S-21’ê piştgirîdan Geziyê

Li bajarê Stuttgart a Almanyayê her rojên duşemê çalakiya ‘Montag Demo’ pêk tê û vê hefteyê jî bi armaca piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Geziyê çalakî pêk anîn.

Aliyê demokrat û şoreşger yên Tirkiyeyî bi pankarta platfoma yekitiya Hêzên Demokratîk tevli çalakiyê bûn.

Ser navê S-21 Volker Losch daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana li Taksîmê derketiye pêş û projeya S-21’ê ji heman pirsgirêkan diqewime.piştî daxuyaniya Losch şûnde li ber seferatxaneya Tirkiyeyê çalakiya protestoyî pêk hat.

Parlamenterê Dîe Lînke, Heîke Henzel axivî û diyar kir ku hefteya borî heyetek çûye Taksîmê û çavkaniyên xwe parve kir. Henzel wiha got: “Tiştên me dît, me pê  bawer nekir. Em bi tabloyeke hovane re rû bi rû hatin.  Di berxwedana wê derê de ji aliyî mirov hebûn. Me piştevaniyek kolektîf dît. Alîkariyên dihatin hema ligel dihat belavkirin. Erdogan ji  çalakgeran re dibêje teror lê teror Erdogan û hikûmet bixwe ye.”