Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşa li dijî nûçegihan Ferhad Yûsif şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşa li dijî nûçegihan Ferhad Yûsif şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Azad der barê hedefgirtina nûçegihanê Ajansa Hawarê ANHA’yê Ferhad Yûsif ji aliyê çekdarên El-Nusra û dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Yekîtiya Ragihandina Azad êrîşa li ser nûçegihan û rojnamevanan şermezar kir û şîfa ji Yûsif re xwest.

Daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Azad wiha ye: ‘’Dema ku hevalê me nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Ferhad Yûsif ji bo şopandina rastiya bûyerên li Girê Spî  (Til Ebyadê) bû, rastî êrîşa komên çekdar ên Cebhet El-Nusra û dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam hat û di encamê de gulleyek ji sînga xwe xwar û parçeyên hawanê li destên wî ketin û di encam de 2 tiliyên wî jêbûn, hevalê me Ferhad rakirin nexweşxaneya Kobanê û li wir tê dermankirin. ᾿̓

Yekîtiya Ragihandina Azad di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: ‘’Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de hevalê me Ferhad Yûrif rabe û karê xwe yê rojnamevaniyê bike, em êrîşên çekdarên El-Nusra û dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam ên li dijî rojnamevanan şermezar dikin û em bang li saziyên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin xwedî li mafê rojnamevanan derkevin û di zûtirîn demê de ev êrîşên li dijî rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi dawî bibin.’’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên çekdar hate kirin ku rêz ji mafên rojnamevanan re bigirin û dema li ser karê xwe bin êrîşî wan nekin.