Yekîtiya Ewropa wê qerta aboriyê li dijî Erdogan bi kar bîne!

Tê gotin, di danûstandinên Brukselê de wê Yekîtiya Ewropa qerta aboriyê li dijî Erdogan bi kar bîne.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, wê ji bo civîna bilind a NATO'yê ya 25'ê Gulanê biçe brukselê û bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re rûnê. Balkêş e Erdogan di van rojên dawî de li dijî Yekîtiya Ewropayê ji nû ve dest bi daxuyaniyên tund kiriye. Tê gotin, di van danûstandinan de wê Yekîtiya Ewropa qerta aboriyê li dijî Erdogan bi kar bîne.

Rêveçûna têkiliyên navbera Enqere û Brukselê, ku ji ber heqaretên Erdogan gihîştiye asta têkçûnê, wê vê hefteyê diyar bibe. Serokkomarê Tirk Erdogan, piştî sal û nîvekê wê yekemcar biçe paytexta Belçîka Brukselê. Tevî beşdariya li civîna bilind a lîderên NATO'yê, wê bi Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claûde Jûncker û Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk re rûnê.

Di civînê de wê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê were nirxandin û tê gotin, ku Bruksel wê Erdogan hişyar bike. Li gorî nûçeyên medya Elman ên li ser danûstandinên Erdogan ên li Brukselê, Yekîtiya Ewropa ji ber rêveçûna nebaş a aboriya Tirkiyeyê wê qerta aboriyê li dijî Enqereyê bi kar bîne.

Hat ragihandin, li şûna endametiya Yekîtiya Ewropayê wê alternatîfên cuda jî werin pêşkêşkirin û Enqere jî ku ji ber krîzên siyasî û bûyerên şîdetê tengav bûye, ji bo bêhn bê ber, wê daxwaza berfirehkirina peymana yekîtiya gumrukê bike.

Tê gotin, di berdêla vê daxwazê de wê Yekîtiya Ewropa ji Erdogan bixwaze ku di mijara mafên mirovan de gavên cidî bavêje. Seroka Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê Ska Keller bang kir û got, "Berfirehkirina peymana yekîtiya gumrukê, divê li gorî gavên ji bo bûyîna dewleta hiqûqê bê kirin." Bangekeke din a bi heman rengî ji aliyê koma Partiya Gel a Ewropayê ve hate kirin.