Yekîneyên YPS'ê li Amedê li dijî polîsan çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Jêhat Bagok ên YPS'ê ragihandin ku li navçeya Rêzan a Amedê li dijî kûlûbeya nobetê ya dibistana polîsan çalakî kirine.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: "Yekîneyên me şeva 14'ê Sibatê di derdora saet 12'an de li navçeya Rêzan a Amedê li dijî kûlûbeya nobetê ya dibistana polîsan bi bombeyên dest û çekên ferdî çalakî kirine."

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: "25 sal in Rêbertiya me ku rû bi rûyê êşkenceya Îmraliyê tê hiştin, bi sekna xwe ya xurt ji bo azadiya gelê Kurd û gelan têkoşîna xwe didomîne. Rêbertiya me bi paradîgmaya li dijî hêzên hegemon pêş xistî, sîstema wan têk biriye. Têkoşîna me Rêbertiya me ya li dijî sîstema faşîzan, xeta me ya jiyanê ye û heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me tê mîsogerkirin em ê li ser vê xetê têkoşîna xwe bidomînin."