Yekîneyên tolhildanên li 7 bajaran çalakî li dar xistin

Yekîneyên tolhildanê ragihandin ku hêzên wan li 7 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên li Amed, Êlih, Bedlîs, Wan, Stenbol, Edene û Mersînê agahî hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" ev agahî hatin dayin:

AMED

"Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Elîşêr Konya / Şehîd Zîn Amara:

10'ê Îlonê li navçeya Sûrê li taxa Guney Îkî trafoyekî DEDAŞ'ê bi çalakiya sabotajê hate teqandin.

11'ê Îlonê li navçeya Farqînê li taxa Bahçelîevlerê bi teqemeniyan û çekan li dijî wesayiteke zirxî çalakî hate lidarxistin.

Li taxa Şifkeq a navçeya Farqînê li dijî wesayita leşkerî ya li dewriyeyê digeriya bi teqemeniyê û fîşekên hewayî çalakî hate kirin.

ÊLIH

Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sema Koçer û Şehîd Destan Hazo:

10'ê Îlonê li taxa Saglik a Êlihê mînîbuseke Dîndar Tûrîzmê hate şewitandin. Ev fîrmaya noker li Kurdistanê karê birin û anîna leşker û polîsan dike. Heta ku vê karî bike, alê bi wesayitên xwe ve bike û li qorneyê bixe wê bê cezakirin.

11'ê Îlonê li ser rêya nexweşxaneyê ya li navenda Êlihê wesayiteke bi tîpa Doblo ya spî ku dijmin ji bo guhdarîkirinê bi kar dianî, tevî malzemeyên ji sed hezar lîreyî hate şewitandin.

BEDLÎS

Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sînan Garzan:

9'ê Îlonê li sîteya pîşesaziyê ya Tetwanê li dijî kargeheke faşîst a nokeran çalakiya sabotajê hate lidarxistin.

11'ê Îlonê li taxa Karşiyaka ya Tetwanê li dijî cerdevanekî çeteyê faşîst bi teqemeniyê çalakî hate lidarxfistin.

WAN

Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kûrtay Feraşîn û Şehîd Nûda:

12'ê Îlonê li taxa Sixkê li firoşkarên narkotîkê û yên ku narkotîk bi kar dianîn hatin cezakirin.

10, 11 û 12'ê Îlonê li taxa Şafak a navçeya Rêya Armûşê li dijî polîsên dijmin ên hewl didan kontrol bikin, yekîneyên me yên xweparastinê sê rojan her êvarê bi saetan li dijî polîsên dijmin şer kirin û nehiştin dijmin bikeve taxê.

13'ê Îlonê li taxa Sixkê stasyoneke bazê ya şîrketa GSM'ê hate şewitandin.

STENBOL

Çalakiyên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmet / Şehîd Arîn Mîrkan:

Li Stenbolê di 9, 10, 11 û 12'ê Îlonê de li taxên cuda 17 wesayit hatin şewitandin.

11'ê Îlonê li Sûltanbeyliyê atolyeyeke tekstîlê ya ji sê qatan tevî malzemeyên tê de qemyoneta qaseya girtî ya kargehê hatin şewitandin.

EDENE

11'ê Îlonê li Guzelbahçeyê firoşkarên narkotîkê yên AKP-MHP a faşîst hatin cezakirin, qehweyeke ku qumar lê dihate lîstin hate îmhakirin.

Li taxa navendî avahiyek ku fûhûş lê dihate kirin ji aliyê yekîneyên me ve hate teşhîrkirin û bi teqemeniyan hate hişyarkirin.

MERSÎN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Esmer Kînar:

12'ê Îlonê li navçeya Akdenîzê wesayiteke saziya elektrîkê ya bi tîpa Mîtsûbîshî hate şewitandin."