Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê trafoya ku elektirîkê dide 4 sîteyên pîşesaziyê şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet a daxuyaniyek da got: “3’yê Tebaxê di saetên sibehê de trafoya ku elektirîkê dide 4 sîteyên pîşesaziyê ya Sûltangazî ya Stenbolê şewitandine. Piştî çalakiyê trafo bi dengekî mezin teqiyaye, tevahiya rojê elektirîk ji bo kargeh û cihên kar neçûye. Di çalakiyê de ziyanên madî pêk hatine.”

Hate ragihandin ku çalakî ji bo protestokirina qirkirina li Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’ê hate kirin û bîranîna şehîdên Heftanîn û Şengalê hatiye kirin.