Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan çalakiyên xwe yên dawî yên li dijî hêzên dewleta Tirk eşkere kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan de der barê çalakiyên Îlon û Cotmehê agahî hatin parvekirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ BIRYARGEHA FAŞÎSTAN

Daxuyanî wiha ye:

"Yekîneyên me yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan di 12'ê Cotmehê Şemiyê saet 13:40'î de li naçeya Bagcilar a Stenbolê li dijî maleke ku ji aliyê ocaxên nîjadperestan ên faşîst ve weke biryargehê dihate bikaranîn çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de biryargeha nîjadperestan bi temamî şewitî û îmha bû.

ELEKTRÎK LI SER QEREQOLÊ HATE BIRÎN

Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê di 4'ê Cotmehê de endamên me trafoyê eletkrîkê yê qereqola polîsan teqandin. Di encamê de qereqola polîsên Tirk demeke dirêj bê elektrîk ma.

WESAYÎTÊN MÎT'Ê Û POLÎSÊN SIVÎL HATIN ŞEWITANDIN

Di şeva 29'ê Îlonê de li navçeya Beşîktaş a Stenbolê wesayiteke endamên MÎT'ê hate şewitandin.

Di şeva 29'ê Îlonê de li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê wesayiteke polîsên sivîl hate şewitandin."