Yekîneyên tolhildanê li Stenbolê 34 wesayit û 2 kargeh şewitandin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz /Şehîd Baran Dersim, ragihandin ku wan di navbeyna 16-20'ê Tîrmehê de li Stenbolê 34 wesayit, depoyeke zad û markêteke şewitandine.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz /Şehîd Baran Dersim ragihandin ku wan di navbeyna 16-20'ê Tîrmehê de li Stenbolê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin 16'ê Tîrmehê li Stenbolê li Taxa  Kartal Topselvî Yaliyê 3 wesayitên 'faşîstên AKP'yî' û eynîşevê 2 wesayitênDoblo ên Îgdaşê hatine şewitandin.

17'ê Tîrmehê jî li Kuçeya Kurfali Mahîr a Kartalê 3 wesayitên 'faşîstan' û eynî rojê li Yakacik Ugurmumcu 'li sîteya polîsên dagirker' 4 wesayit hatine şewitandin.

Bi berdewamî yekîneyên tolhildanê ragihandin ku 18'ê Tîrmehê li Taxa Esenyalî jî pîqabek û seyareyek hatiye şewitandin û 19'ê Tîrmehê jî li Taxa Gaziyê 2 wesayitên aidî Rêyênbejahiyê hatine şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê herî dawî ragihandin ku 20'ê Tîrmehê jî li Ramiyê depoyeke zad û li Kuçukkoyê jî markêtek, li gel vê 17 wesayit ji hêla 'yekîneyên tolhildanê' ve hatine şewitandin.

Yekîneyên Tolhildanê bang li ciwanên Kurd kirin ku li dijî faşîzmê agirê berxwedanê geş bikin.