Yekîneyên Tolhildanê li çar bajaran çalakî kirin

Koma "Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim" li Wan, Stenbol, Mersîn û Edeneyê çalakî kirin.

Komê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bîranîna Ş. Rustem Cûdî, Ş. Çîçek Botan û Ş. Alîşer Koçgirî bi hevdemî li gelek bajaran çalakî hatine kirin.

Li gorî daxuyaniya komê, di êvara 23'ê Mijdarê de li herêma Koyîçî ya navçeya Artemêtan a Wanê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep û wesayiteke Amarok bi bombeyan çalakî hatiye kirin. Hate ragihandin ku wesayita akrep wergeriya ye nava qenala li herêmê û di encamê de 'kontrayekî dijmin' hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Komê diyar kir ku di 22'ê Mijdarê de jî li Başakşehîr a Stenbolê li dijî atolyeyeke tekstîlê ya hevkarî bi kontra re dikir çalakî hatiye kirin û di encamê d atolye hatiye şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê di 22'ê Mijdarê de li navçeya Esenyûrtê jî pênc wesayitên ku yek ji wan mînîbus in ên AKP'î hatin şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 22'ê Mijdarê de li Kadikoy-Fîkîrtepeyê firoşkarekî narkotîkê hatiye cezakirin û kargeha wî ya mîna konteynerê hate şewitandin."

Hate ragihandin ku li navçeya Akdenîz a Mersînê di 23'ê Mijdarê de maleke narkotîkê hate şewitandin û firoşkarekî narkotîkê hate cezakirin.

Komê ragihand ku li ser rêya Edene-Pozantiyê li dijî qemyoneke Mercedes a ku malzemeyên leşkerî tê de bû çalakî hate kirin, destpêkê wesayit hate rawestandin, ajokar hate hişyarkirin û qemyon tevî malzemeyên tê de hate şewitandin.