Yekîneyên Tolhildanê li ‘Baxçeyê Millet’ çalakiyeke bi bombe li dar xist

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet li ‘Baxçeyê Millet’ a ku wê roja Pêncşemê li Başakşehîra Stenbolê bihata vekirin, çalakiyeke bi bombe li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Yekîneyên Tolhildanê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin di 10’ê Hezîranê di dahnê êvarî de ev çalakî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî teqînê li avahiyê xisareke maddî pêk hatiye. Li vê qada ku faşîst lê zêde hene, kaosek çêbûye.”

Yekîneyên Tolhildanê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi bîr anî yê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû. Yekîneyan gotin ku “Em bi hezkirin û bi hurmet rêheval Engînê xwedî ked û nirxeke mezin bi bîr tînin. Wê tola hemû hevalên me yên nemir were stendin.”