Yekîneyên Tolhildanê li 3 bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li dijî 15'ê Sibatê komploya navneteweyî li Amed, Wan û Stenbolê li dijî hêzên dewletê û hevkarên wan çalakî kirin.

Yekîneyên Tolhildanê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de li Amed, Wan û Stenbolê pêk anîn, agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê jiyaneke bê Rêber Abdullah Ocalan qebûl nekin û li her derê li dijî dijmin bi rengê fedayî li ber xwe bidin.

Li ser çalakiyên hatin lidarxistin jî wiha hate gotin:

AMED

"Di şeva 3'ê Sibatê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz û Viyan Soran li navçeya Baglar a Amedê li dijî polîsên dagirkeran wên li herêma Şehîdlîkê digeriyan bi bombeyan destan çêkirî çalakî kir. Di encamê de 4 polîsên dijmin birîndar bûn. Piştî çalakiyê gelek ambûlans û yekîneya dijmin hate cihê çalakiyê û yekîneya me bi rengekî serketî ji herêmê derketin.

Li navçeya Sûrê jî li dijî wesayita zirxî ya bi tîpa akrep a li pêşberî parka Alîpaşa Anzela li dewriyeyê digeriya bi bombeya destan çalakî hate kirin û xisar li wesayitê bû, dijmin ji herêmê reviya.

WAN

30'ê Çileyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz û Viyan Soran li taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê bi bombeyên destan çêkirî li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ranger xistin. Di çalakiyê de xisar li wesayitê bû.

STENBOL

Di 31'ê Çileyê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz û Viyan Soran li Fîkîrtepe ya Kadikoyê firoşgeheke BÎM'ê şewitand û xisareke mezin li firoşgehê bû. Li herêma Goztepe Bostanciyê jî 5 wesayitên nokeran hatin şewitandin.

Yekîneya me ji bo hişyarkirinê restoranteke nokeran li Alîbeykoyê şewitandin."