Yekîneyên Tolhildanê ji bo Hefteya Qehremaniyê çalakî li dar xist

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên li Stenbolê eşkere kir û got ku, “Li dijî tecrîdê em ê çalakiyên xwe didomînin.”

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan bîlançoya çalakiyên wesîleya Hefteya Qehremaniyê eşkere kir.

ÇALAKÎ

Daxuyaniya yekîneyan wisa ye:

“1. Di 20-22’ê Adarê de li gelek cihên Stenbolê agirê berxwedana Newrozê hatiye vêxistin. Li Taxa Esentepe ya Sûltangaziyê hêzên me bi bombeyên bi destan hatine çêkirin du polîs birîndar kirine.

2. Di 27’ê Adarê de li Sefakoyê du wesayîtên faşîstan ji aliyê yeknîneyên me hatine şewitandin.

3. Di 28’ê Adarê de li Taxa Mûstafa Kemal a Umraniyeyê kargeheke AKP û MHP’yiyan bi sabotajê hatiye şewitandin.  Ev kargeha hatiye halê ku nayê bikaranîn.

4. Di 28’ê Adarê de li Taxa Kuçukkoy a Sûltangazî maleke AKP’yiyan bi sabotajê hatiye şewitandin.”

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan diyar kirin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome  ew ê çalakiyên wan jî bidome. Yekîneyan Hefteya Qehremaniyê silav kirin, Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz bi bîr anîn û gotin ku “Em ê bibin kabûsa dewleta Tirk û hevkarên wê.”