Yekîneyên Tolhildanê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanên li Stenbol û Amedê li dijî polîsan û nokeran çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî, Şehîd Alîşer Konya û Şehîd Sorxwîn Roboskî li ser çalakiyên rojên dawî kirin daxuyanî dan.

Daxuyanî wiha ne:

YÊN FÛHÛŞ BI ZORÊ DAN KIRIN Û HEVKARÊN WAN HATIN CEZAKIRIN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî: Di sibeha 20'ê Adarê de endamên me li taxa Kûmkapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê li dijî komeke ku li qatê 3'emîn a avahiyeke 4 qatî bi zorê fûhûş dida kirin çalakî kirin. Di encama çalakiyê de welê li avahiyê hat ku nikaribe bê bikaranîn.

Di êvara 10'ê Adarê de li navçeya Beyoglû ya Stenbolê, endamên yekîneeya me avahiyeke hevkarên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi çalakiya sabotajê şewitandin.

Êvara 10'ê Adarê endamên yekîneya me li Eyupsûltan a Stenbolê li dijî restoranteke faşîstan çalakiya sabotajê kirin. Beşeke mezin a restorantê welê lê hat ku nikaribe bê bikaranîn.

Em ê agirê berxwedanê yê Newrozê bi çalakiyên xwe geş bikin. Bi ruhê Çiyageran em ê çalakiyên xwe yên tolhildanê li her deverê bidomînin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ NUQTEYA POLÎSAN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alîşer Konya: Di 12'ê Adarê de sae 20:00 endamên me li Deriyê Mêrdînê yê Amedê li dijî nuqteya polîsên dagirker bi bombeyan çalakî kirin. Hejmara polîsên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di 8'ê Adarê de saet 22:00 li kolana Melîkahmet a navçeya Sûrê ya Amedê bi bombeyan li marketeke dagirkeran hate xistin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ ATOLYEYA AKP'Î

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî: Di 18'ê Adarê de endamên me li taxa Ataturk a Bagcilar a Stenbolê li dijî atolyeyeke tekstîlê ya AKP'iyeykî çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de welê li atolyeyê hat ku nikaribe bê bikaranîn.