Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a mehekê weşand

Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Sakîna Cansiz, Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim, bîlançoya çalakiyên meha Tîrmehê yên li heft bajaran li dar xistin eşkere kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Sakîna Cansiz, Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim bi daxuyaniyekê ragihandin ku siyaseta heyî ya dewleta Tirk "siyaseta qirkirina Kurdan e" û destnîşan kirin, "Her êrişeke li dijî kes û civakê ji bo me sedema raperîn û tolhildanê ye."

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku meha Tîrmehê wan li Wan, Amed, Êlih, Bedlîs, Edene, Mersîn û Stenbolê çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê li Wanê 14 çalakî hatine lidarxfistin. Yek ji wan jî 19'ê Tîrmehê çalakiya bi çekên ferdî ya li dijî qereqola polîsan a li taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê bû. Her wiha di 24'ê Tîrmehê de li kolana Kûrtûlûşê ya navçeya Rêya Armûşê li dijî wesayiteke polîsan a ku li dewriyeyê digeriya bi teqemeniyan çalakî hate kirin.

Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku li Amedê 14 çalakî hatine kirin û çend ji wan wiha ne:

"11'ê Tîrmehê li kolana Sento ya navçeya Baglar a Amedê li dijî du wesayitên zirxî yên bi tîpa Ûral ên polîsên Tirk çalakiyên sabotajê û bi çekan hate kirin."

"15'ê Tîrmehê li nêzî Dibistana Navîn a Farqînê ya li taxa Konakê ya navçeya Farqînê ya Amedê li dijî wesayiteke polîsan a zirxî yekîneyên me yên xweparastinê bi bombeyan çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 polîs birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Êlihê 4 çalakî hatine kirin, yek ji wan li navenda bajêr li dijî AVM'ê hate kirin ku bi temamî hate îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê 9'ê Tîrmehê li navçeya Tetwan a Bedlîsê li dijî wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsan çalakî hate kirin û wesayit hate îmhakirin.

Li Edeneyê 4 çalakî hatin kirin ku yek ji wan 16'ê Tîrmehê li Pozantiyê pêk hat. Di encamê de wesayiteke sivîl a "leşkerên dagirker" hate îmhakirin.

Li Mersînê 2, li Stenbolê jî zêdeyî 20 çalakî hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê li Stenbolê di navbera 1 û 6'ê Tîrmehê de li navçeyên Kadikoyê, Bagcilar û Eyupê nîv otobus û şeş wesayitên "faşîstan" hatin şewitandin. Di 17'ê Tîrmehê de jî 3 wesayitên "faşîstan" li navçeya Kartalê, heman rojê 4 wesayitên "polîsên dagirker" bi çalakiyên sabotajê hatin şewitandin.

Di êvara 20'ê Tîrmehê de li qada Leşkerî ya navçeya Kuçukçekmeceyê çalakiya sabotajê hate lidarxistin.