Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê li 5 bajaran 14 çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê diyar kir ku wan li Îzmîr, Kayserî, Konya, Manîsa û Mûglayê 14 çalakî kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, “Bi ruhê berxwedana Apoyî ya li Garê û Heftanînê em ê Kurdistan û Tirkiyeyê ji dijminan re bikin dojeh. Em milîtanên fedaî yên Rêber Apo bi baweriya tolhildana ku êdî gotin qediyaye û wê agir geş bibe, em ê serfiraziya teqez bi dest bixin.”

Di daxuyaniyê de agahiyên li ser 14 çalakiyan wisa hate diyarkirin:

ÎZMÎR

16’ê Sibatê: Li Bûcaya Îzmîrê atolyeya tekstîlê ya hevkarekî faşîstan hate şewitandin.

17’ê Sibatê: li Yenî Foçaya Îzmîrê ‘çawişekî pispor’ hate cezarkirin.

17’ê Sibatê: Li Yenî Foçaya Îzmîrê wesayîta serwîsa leşkeran ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

20’ê Sibatê: Li Menemena Îzmîrê hevkarekî dijmin hate cezakirin.

KAYSERÎ

18ê Sibatê: Li Bunyana Kayseriyê çar wesayîtên faşîstan hate şewitandin.

19’ê Sibatê: Li Încesûya Kayseriyê marketeke faşîstan hate şewitandin.

20’ê Sibatê: Li Hacilara Kayseriyê du trafo hatin şewitandin.

KONYA

18’ê Sibatê: Li Taxa Ahmet Dede ya Karataya Konyayê du wesayît ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

19’ê Sibatê: Li Taxa Fevzî Çakmak a Karataya Konyayê esrarkêş ji aliyê yekîneyên me ve hatin cezakirin.

19’ê Sibatê: Li Emîrgaziya Karataya Konyayê derbarê tecrîdê li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.

MANÎSA

16’ê Sibatê: Li Akhîsarê wesayîta xebatkarê leşkerî ji aliyê yekîneya me ve hate şewitandin.

16’ê Sibatê: Li Somaya Manîsayê du pîkabên enstîtuya lêgerîna kanê ya ku piştgiriyê didin faşîzmê hatin şewitandin.

20’ê Sibatê: Li Kirkagaça Manîsayê li dijî qada leşkerî çalakiya sabotajê hate lidarxistin û qadeke mezin hate şewitandin.

MÛGLA:

Di navbera 15 û 19’ê Sibatê de li taxên navendî yên Mûglayê derbarê tecrîd û zindanan pankartên bi bombeyên deng hatin daliqandin.