Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê li 3 bajaran çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê li Amed, Stenbol û Nîgdeyê çalakî kir. Yekîneyê çalakgera fedayî Zeynep Kinaci bi bîr anî û diyar kir, "Em ê bi rengê Zîlan hesab ji faşîzma TC'ê bipirsin."

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê bi daxuyaniyekê diyar kir, "Endamên me ji bo bîranîna salvegera Şehîd Zîlan ku 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedayî kir, di çarçoveya 'Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger, sîxur û nokeran' de li Stenbol, Amed û Nîgdeyê li dijî polîsên Tirk ên dagirker û piştevanên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê çalakiyên bi bandor kirine."

WESAYITÊN POLÎS Û NOKERAN HATIN ŞEWITANDIN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Endamên yekîneya me 24'ê Hezîranê li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê li dijî 4 wesayitên polîsên Tirk ên dagirker û tevna wan sîxuriyê, li cihekî ku bi 50 metreyî nêzî navenda hêzên polîsan bû çalakiya sabotajê lidarxistin. Di çalakiyê de 3 wesayitên polîsên Tirk ên kujerê Kurdan û nokeran hatin şewitandin, qemyoneteke wan jî hate îmhakirin.

LI DEPOYA FAŞÎSTAN XISAREA BI MILYONAN LÎREYÎ ÇÊBÛ

22'ê Hezîranê saet di 22:00 de endamên me yên yekîneyê li navçeya Altûnhîsarê ya Nîgdeyê li dijî depoya çîftlîkê ya kesekî faşîst ê AKP'î çalakiya şewitandinê pêk anîn. Di encama çalakiyê de depo ya faşîst bi temamî şewitî. Li çîftlîka kesê faşîst bi 5 milyon TL'î xisar bû.

21'ê Hezîranê saet di 22:00 de li taxa Rezan a Amedê li dijî pîkapeke rêyên bejahî yên dewletê, endamên me çalakiyek kirin û pîkap şewitandin.

Endamên yekîneya me sibeha 21'ê Hezîranê saet 03:00 li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê li kolana Petrol Yolû ya taa Akşemsettîn wesayiteke piştevanê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê şewitandin.

20'ê Hezîranê li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê marketa şexsekî faşîst ji aliyê endamên yekîneya me ve hate şewitandin."