Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat li Konyayê çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat diyar kir ku ji bo bîranîna Zîlanê wan li Konyayê du çalakî li dar xistine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mehmet Sevgat daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 28’ê Hezîranê de wan du çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 28’ê Hezîranê de li navçeya Kûlû ya Konyayê zeviyên genim ên Ramazan Gursen û Cevdet Ogûz ên faşîst hatine şewitandin. Di vê çalakiyê de bi sedan donim zevî hatine şewitandin.

Di heman rojê de li Kûlûyê zeviya faşîstê bi navê Mahmût Aktan û makîneya çinîna zad hatine şewitandin. Di vê çalakiyê de zevî û makîneya çinîna zad bûne xwelî.

Pêngava me ya tolhildanê berfireh dibe û çiqasî faşîst, sîxur û xayîn hebe, wê bibin hedefa me.”

Her du çalakî ji bo fermandar Zeynep Kinaci (Zîlan) hatiye kirin a ku di 30’ê Hezîranê de di çalakiya fedaiyê de şehîd bûbû.“