Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê du wesayitên 'hevkarên AKP'ê' şewitand

Yekîneya Tolhildanê ya Savaş Amed ragihand ku li wan li Stenbolê du wesayitên "Hevkarên AKP'ê" şewitandine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Yekîneya Tolhildanê, di 23'ê Tîrmehê de li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê "mînîbuseke servîsê ya hevkarê AKP'ê" hate şewitandin.

Piştî rojekê jî di 24'ê Tîrmheê de vê carê "wesayita ku li pêşiya mala hevkarekî faşîst" hate şewitandin.

Yekîneya Tolhildanê diyar kir, "Silav li hevrêyên li zindanan, çiyê û bajaran li ber xwe didin" û destnîşan kir ku wê li ser rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanê mezin bikin.