Yekîneya Tolhildanê li Kuçukçekmeceyê çalakî li dar xist

Yekîneya Şehîd Adil Gite li Kuçukçekmeceya Stenbolê kargeha hevkaran rûxand.

Îro ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya ŞehÎd Adil Gite ve daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û têkildarî çalakiya li Kuçukçekmeyeê hatî lidarxistin agahî hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye;

“7’ê Çileyê endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Adil Gite di saetên şevê de li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê cihekî kar şewitandin û tine kirin. Cihê kar a li avahiyek ku ji 5 qatan pêk tê û li çatiya avahiyê ya li kolana Aydogdû ya taca Atatûrk a Kuçukçekmeceyê bû, ji aliyê endamên me ve hate şewitandin. Di encama çalakiyê de cihê kar bi temamî şewitî, bû xwelî.

'HER KÊLÎ L HER DERÊ DI ÇALAKIYAN DE NE

Em ciwanên Kurd ên mîrasê berxwedanê ji şehîdên leheng ên Kurdistanê digirin, didin nîşandan ku jiyaneke bê Rêber Apo napejirînin. Çalakiya Şehîd Viyan a ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ rêya ku şehîdan ji bo me hiştine, heta bigihînin serketinê, dîsa heta komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê parçe bikin, em ê ruhê xwe yê tolhildanê mezin bikin û her kêlî li her derê çalakiyên xwe bidomîin.”