‘Yekîneya Tolhildanê’ li dijî polîsên TEM’ê ku goristan xerakirin çalakî kir

Koma bi navê ‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj’ ragihand ku li Amedê li dijî polîsên TEM’ê ku ‘goristan xera kiribûn’ çalakiyek kirine.

‘Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj’ daxuyanî da û wiha got; “Şeva 22’ê Tebaxê li dijî polîsên TEM’ê ku bi ser goristana Yenîkoy a navçeya Baglar a Amedê girtibûn û goristan xerab kiribûn ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj ve çalakiyek bi bandor hate lidarxistin. Dema ku polîsên TC’ê yê dagirker goristan xera dikirin yekîneyên me bi bombeyên destan û çekan li wan dan.”

Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn û ev tişt diyar kir; “Piştî çalakiyê hêzên dagirker herêm dorpêç kir û kuştî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyê. Polîsên dagirker û dewleta Tirk wê her rojê berdêla hovîtîya xwe bidin. Dewleta TC’ê ya hovane ku ji şehîdên me ditirse û bi çalakiyên hovane êrîşî goristanên me dike, em ê bi çalakiyên xwe tolê hilînin.”