Yekîneya Tolhildanê li avahiya AKP'iyan çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê li avahiya AKP'iyan çalakiyek kir û diyar kir, "Heta ku tecrîd bidome wê çalakiyên me dijwartir bibin."

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Yekîneyên me 30'ê Adarê li taxa Alîbeykoy a navçeya Eyupê saet di 01:30'î de li hemberî avahiya du qatî ya faşîstan çalakiyek kirin. Çalakî piştî ku kesên tevlî civîna AKP'ê bûn hatin şopandin, pêk hat. Avahî bi temamî şewitî."

'DESTHILATDARÎ Û ENDAMÊN WÊ LI HER CIHÎ DI HEDEFA ME DE NE'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê tecrîdkirina Rêber Apo û civakê ti carî qebûl nekin. Heta ku ev rewş bi vî rengî dewam kir wê çalakiyên me jî dijwartir bibin. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst û endamên wê li her cihî wê di hedefa me de bin. Çawa ku korona li dinyayê dibe sedema mirinê, li Kurdistanê jî yekane vîrûsa ku dibe sedema mirinê AKP û mejiyê wê ye. Gelê Kurd ji bo ji vî belayî rizgar bibe ji bilî şer çareyeke xwe nîne. Êdî dawî li vîrûsa AKP'ê tê ku hewl dide bi tirsê civakê têk bibe. Wê tirsa herî mezin bi xwe bibînin. Çawa ku em di rûyê AKP'iyan de dibînin."