Yekemîn nameya dayika Hebîbulla Gûlperî Pûr piştî darvekirinê
Yekemîn nameya dayika Hebîbulla Gûlperî Pûr piştî darvekirinê
Yekemîn nameya dayika Hebîbulla Gûlperî Pûr piştî darvekirinê
Piştî 54 roj bi ser darvekirina yek ji şoreşgerên pêşeng yên PJAK’ê Hebîbulla Gûlperî Pûr (Bahoz Sine) derbaz bû lê hîna jî agirê dilê dayika wî gûr dibe. Hebîbûllah Gûlperî Pûr di roja 19’ê Kanûnê de çavê xwe li jiyanê vekiriye. Bi vê bûneyê jî malbata Pûr di 30. roja ji dayîkbûna wî de merasîmekî taybet pêk anîn.
Gerîlayê PJAK’ê Hebîbulla Gûlperî Pûr ku pêş 54 rojan ji aliyê Komara rejîma Îranê ve li girtîgeha Urmiyê hate darvekirin. Malbata Pûr ku bi bûneya 30. Roja ji dayîkbûna wî merasîmekî taybet pêk anîn. Di merasîmê de malbatê hest û heskirina xwe a ji bo Pûr anîn ziman. Dayika Hebîbulla Gûlperî Pûr Kulsûm nameyekê li ser kûrê xwe belav dike.
Dayika Hebîbulla Gûlperî Pûr di nameya xwe de wiha dibêje:“ Silav bejin şîrnînê dayîka xwe. Îro roja ji dayîkbûna tebû. Heman roj bu ku te xwe xiste nava dilê me. Heman roj bû ku tu bûy kurê dayîka xwe yê mezin. Kurê minê ciwan, heman rojbû te xistin girtîgehê. Wana bi baweriya xwe wisan dizanî ku gerîlayek xistine girtîgehê, lê belê ne dizanîn ku wê tû carek bîr û fikrên te neyên girtin. Kurê minê bejin bilind û rûken, ev bû 54 roj te telefonek ji bo dayîka xwe nedaye. 54 roje te ji dayîka xwere negotiye rojbaş, îro 54 roje biser şehadeta tere derbaz dibi, lê hîna dayîka te bawer nake ku tû êdî nayê û wê êdî te nebîne. Her çendî ku rûhê te yê şîrîn liser xakê nemaye, lê belê bîr û baweriya te li hemûtax û kuçeyên bajarê Sîneyê digere.”