Yekane daxwaza Dayik Fatma çêkirina gora kurê xwe ye
Yekane daxwaza Dayik Fatma çêkirina gora kurê xwe ye
Yekane daxwaza Dayik Fatma çêkirina gora kurê xwe ye
Dayik Fatma di sala 1994’an de bi malbatî ji Qoserê koçî Îzmîrê kirin. Piştî wê bi salekê kurê Dayik Fatma Şuayip Dogan berê xwe da çiyayan. Dayik Fatma 18 salan bi hêviya ku wê kurê wê carekê vegerê jiya. Di rojên dawî de Dayik Fatma pê hisiya ku kurê wê di şerekî beriya bi 16 salan jiyana xwe ji dest daye. Niha yekane daxwaza Dayik Fatma dîtina hestiyên kurê xwe û jêre çêkirina gorekê ye.
Dayik Fatma destnîşan kir ku ji ber zilm û zexta dewletê berî niha bi 18 salan ji Qoserê koçî Îzmîrê krin û kurê wê piştî hatina wan a Îzmîrê bi salekê tevlî nav refên gerîllayan bûye û wiha berdewam kir: “Ji wê rojê ve bi qasî 18 salan min tu agahî ji kurê xwe negirt. Di 22’ê Tîrmehê de ji ANF’ê em pê hisiyan ku kurê min di sala 1997’an de li Qada Apê Musa ya di navbera Licê û Pasûrê de ye jiyana xwe ji dest daye.”
Dayik Fatma bang li mirovên ku li herêma Licê-Pasûr dijîn û wiha got, ''Kesên ku zanibin kurê min li ku deverê hatiye veşartin û agahiya wan jê hebe bila xeberê bidin me. Yekane daxwaza min ev e ku goreke kurê min çêbibe. Ez dixwazim zanibin bê kurê min li ku derê ye. Bila canê min fedayî doza azadiyê be. Mîna me, bi hezaran malbatan zarokên xwe wenda kirine ez dixwazim goreke kurê min hebe.”
EM Ê PÊVAJOYA HUQÛQÎ BIDIN DESTPÊ KIRIN
Dayik Fatma anî ziman ku ji bo dîtına hestiyên kurê xwe wê di rojên pêşiya me de serî li Dozgeriya Amedê bidin û ev xusûs anîn ziman: “Çi kirin ji cenazeyê kurê min? Eger hatibe veşartin li ku derê hat veşartin? Ji bo ez van derxim holê, têkoşîna xwe ez ê berdewam bikim.”