YEK-KOM: Bila Yilmaz Orkan tavilê serbest bê berdan
YEK-KOM: Bila Yilmaz Orkan tavilê serbest bê berdan
YEK-KOM: Bila Yilmaz Orkan tavilê serbest bê berdan
Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) nerazîbûn nîşanî binçavkirina alîkarê Serokê Giştî yê KON-KURD’ê û endamê KNK’ê Yilmaz Orkan da. YEK-KOM’ê xwest Yilmazê ku li Brukselê li ser daxwaza Spanyayê hate binçavkirin, serbest bê berdan û bal kişand ku di dema rasthatina pîrozbahiyên Newrozê de hatiye binçakvirin.
YEK-KOM’ê bi daxuyaniyekê binçavkirina Alîkarê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) Yilmaz Orkan şermezar kir û got: “Em van êrîşên bi vî rengî yên ku li Ewropayê li hemberî siyasetmedar û saziyên Kurdan pêk tên bi tundî şermezar dikin” û xwest ku Orkan tavilê serbest bê berdan.
YEK-KOM’ê bal kişand ser dema girtinên ku li Ewropayê pêk tên û destnîşan kir ku gelê Kurd di vê demê de bi coşeke mezin cejna neteweyî Newrozê pîroz dike û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de banga agirbestê kir û ji bo pêvajoya aşitiya civakî û çareserî ku her kes li bendê bû bi awayeke lez pêngav hatin avêtin.” YEK-KOM’ê destnîşan kir ku gelek welatên Ewropayê piştgirî dan vê pêvajoyê û da zanîn ku girtina siyasmedarê Kurd tu feydeyê nade tu kesî.
YEK-KOM’ê di serî de Belçîka û Spanya bang li hemû welatên Ewropayê kir ku dest ji zextên li ser Kurdan berdin û ji wan xwest ku ji bo pêşketina aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê piştgiriyê bidin.